Nûnerên mîsyonên dîplomatîk ên Ûris û Ukraynayî der barê êrîşên li Behra Reş da gazî Wezareta Karên Derva kirin
Ankara
Narîman Celala Balyoza Enqereyê ya Ukraynayê û Alekseî Ivanovê Meslehetguzarê Balyozxaneya Enqereyê yê Rûsyayê der barê êrîşên ku li Behra Reşa dijî keştiyên li avên navneteweyî diçin gazî Wezareta Karên Derva ya Tirkiyeyê kirin.
Li gor agahiyên AAyê bi dest xistin ji nûnerên mîsyonên dîplomatîk ên Ukraynayî û Ûris ra yên ku li Wezareta Karên derva bi wan ra hevdîtin kirin ra fikara Tirkiyeyê ya ji ber êrîşan hat ragihandin.
Berdevkê Wezareta Karên Derva Oncu Keçelî di 29ê sermawezê da ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî ya şirketa Xê ku navenda wê Amerîka ye der barê keştiyên "KARIOS" û "VIRAT"ê ya ku li Behra Reş rastî êrîşê hatin daxuyanî dabû û gotibû ku ev bûyerên ku li Behra Reş diqewimin ji hêla ewlehiya trafîka li herêmê can, mal û hawirdorê xetereyên mezin derdixîne holê.
