Polîtîka

"Nîqaşên derbeyê ji bona Tirkiyeyê rojeveke belasebeb e"

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik: "Nîqaşên derbeyê ji bona Tirkiyeyê rojeveke belasebeb e. Hemû saziyên me yên girêdayî demokrasiyê ne hişyar in."

Nihat Kavşut  | 18.02.2020 - Rojanekırın : 19.02.2020
"Nîqaşên derbeyê ji bona Tirkiyeyê rojeveke belasebeb e"

Ankara

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik: "Nîqaşên derbeyê ji bona Tirkiyeyê rojeveke belasebeb e. Hemû saziyên me yên girêdayî demokrasiyê ne hişyar in."

Çelik piştî civîna Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan û hin parlamenterên partiyê pirsên rojnamevanan bersivand.

Berdevkê AK Partiyê Çelik li ser pirsa der barê serdana heyeta Tirkiyeyê ya li Moskovayê da got ku ji terefê din ra bi awayekî rasterast û eşkere hat gotin ku heger rejim venekişe sînorên xwe yên berê ji bona ev bê pêkanîn amadehiyên eskerî tên kirin.

Çelik ji bona pirsa der barê Tirkên Uygur yên li Çînê da got ku di hewldanên dijî koronavîrusê da em li cem Çînê ne, lê ji ber xeberên nebaş yên der barê Tirkên Uygur da tên em bifikar in.

Berdevkê AK Partiyê Çelik der barê dewirkirina hîseyên CHPyê yên di Bankeya Îşê da diyar kir Ataturk nirxê hevbeş yê gelê wan û got ku ya baş û rast ew e ku her cure nirxên der barê Ataturk da ji hêla dewletê va bê temsîlkirin.

Çelik ji bona nîqaşên derbeyê destnîşan kir nîqaşên derbeyê ji bona Tirkiyeyê rojeveke belasebeb e û got hemû saziyên me yên girêdayî demokrasiyê ne hişyar in.

Berdevkê AK Partiyê Çelik li ser pirsa der barê gotinên Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu da got ku heger ji bona Serokomarê me gotibe 'maşik' îhtimal heye li eynikê mêze kiriye û peyra gotiye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın