18 Adar 2016•Rojanekirin: 19 Adar 2016
ÇANAKKALE
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi wesîleya salvegera 101emîn a Serkeftina Behrê ya Çanakkaleyê û Roja Bibîranîna Cangoriyên 18ê Adarê di merasima ku li Stadyuma 18ê adarê hat kirin da xeberda.
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da wiha got, "Ma me dikaribû Stenbol feda bikira, me dikaribû Stenbol ji çav derxista? Ji bo vê jî ciyê ku kes nikare jê ra derbas bibe Çeneqele bû. Nikaribûn jê derbas bibûna. Gelek kesan çav berî Stenbolê dabûn. Lê belê mirazê wan di çavên wan da ma. Îro jî hin kesan çav berî gelê me dane û hewl didin ku di tengasiyê da bihêlin, bira qet şika we tunebe heman aqûbetê bê serê wan jî."
Erdogan bal kişand ser terorê û wiha peyivî: "Em wek gel bi mêranî kî derkeve himberî me û çiqas bihêz dibe bila bibe, em natirsin û ji berxwedanê xwe nadin paş. Lê terora ku bi bêbextî û rêbazên derî mirovahiyê derdikeve pêşberî me, karê me zor dike."
Serokomar Erdogan diyar kir ku divê yekîtî û biratî were parastin û got, "Bi îzna Xwedê emê wek milet û welat destaneke teze binivîsînin û tu kes nikare pêşiya me bibire. Bi tenê ya lazim ew e ku em yekîtî, bihevrabûn, biratî û piştevaniya xwe biparêzin."
Serokomar Erdogan ji bo ku destûr hat dayîn ku PKK li pişt avahiya Konseya Yekîtiya Ewropayê kon vegire wiha got: "Belçika radibe û destûrê dide ku paçikên xwe li ba bikin û kon vegirin. Ev jidil û durist nînin. Ev dualî tevdigerin. Îro ala daxistine, poster rakirine, hûn kê dixapînin. Rast û durist bin. Gelê tirk û Tirkiyeyeke ku bi we bixape tuneye, vê baş bizanibin. Navê vê teslimbûna terorê ye û ev teslimî terorê bûne."
Serokomar Erdogan bal kişand ser teqîna dawîn ya ku li Enqereyê çêbû û wiha axivî: "Binihêrin mînaka vê ya herî dawîn yekşema borî li Enqereyê li meydana Kizilayê bi wê êrîşa bombeyî ya ku hat lidarxistin ve me dît. Wesayîteke bombebarkirî ya ku ket nav miletê me yê mesûm bû sedema kuştina 35 welatiyên me û gelek welatiyên me jî birîndar bûn. Li hemberî bêbextiya van mexlûqên ku ez jî mîna rehmetî Cengîz Aytmatov dibêjim "Mankurt" û ew di destê rêxistinên terorê de wek maşik tên bikaranîn hêrs nebûn ne mimkun e."
Serokomar Erdogan di berdewamiya xeberdana xwe da wiha got, "Tu astengek tune ku bombeya ku li Enqereyê teqiya li Bruksel an jî li ciyekî din ê Ewropayê ya ku ji rêxistina terorê ra îmkanên şowê didin neteqe. Ligel vê rastiya eşkere hê hişê welatên Ewropayê li serê wan nîne û di zeviya mayînê da direqisin. Hûn nizanin ku hûnê kînga pêlî mayînê bikin. Lê belê ev eşkere ye ku ev encameke bibenebe ye."