Serokomar Erdogan der barê şandina pêşmergeyan a li Kobanêyê de wiha got: "Jixwe li ser têlefonê min ev pêşniyar li Obama kir. Min got alîkariya ku hûnê bidin komên PYD û PKKyê nayê qebûlkirin. Li vir hevkariya bi Artêşa Sûriyeyê ya Azad re ji bo me girîng e û ya din jî hevkariya bi pêşmergeyan re ji bo me girîng e."
Serokomar Erdogan der barê alîkariya ku ji hewayê ve li PYDyê hat kirin de jî wiha got: "Derket holê ku ya hat kirin xelet bû. Çekên ku bi c-30yan hatin avêtin qismekê wan ketin destê PYDyê, qismek jî ketin destê DÎŞIyê. DÎŞI di malperên xwe de weşanê dike û sindoqan vedikin ku çek ketine destê wan. Li vir derket holê ku alîkariya kê dikin. Çek ketin destê wan. Ne rast e ku bêjin 'qismek ket destê DÎŞIyê."
Serokomar Erdogan got: "Du roj derbas bû, em di roja sêyem, di roja çarem de ne. Kobanê ji dest neçû. Nizanim ji bo wan çima ev qas stratejîk e ez fêm nakim. Lewra li Kobanêyê sivîl neman. 200 hezar mirov hatin welatê me û em mazûwaniya wan dikin. Li Kobanêyê qasî 2 hezarî mirovên ku şer dikin hene. Ewil ji pêşmergeyan re negotin 'erê', lê niha di dawiyê de qismekî got 'erê'. Me jî der barê vê de got ku em ê alîkariya wan bikin."