Polîtîka

Li Stenbolê civîna Sêalî ya Tirkiye-Rûsya-Ukraynayê dest pê kir

Büşranur Keskinkılıç, Can Efesoy, Sümeyye Dilara Dinçer, Gökhan Çeliker  | 16.05.2025 - Rojanekırın : 16.05.2025
Li Stenbolê civîna Sêalî ya Tirkiye-Rûsya-Ukraynayê dest pê kir

Ankara

Di çarçoveya mizakereyên aşitiyê yên di navbera Rûsya-Ukraynayê yên bi mazûvaniya Tirkiyeyê da, li Stenbolê civîna Sêalî ya Tirkiye-Rûsya-Ukraynayê dest pê kir.

Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên Wezareta Karên Derva hat sitandin heyetên Tirk, Amerîkayî û Ukraynayî bi serektiya Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan li Ofîsa Dolmabahçeyê ya Serokomariyê ya li Stenbolê li hev civiyan.

Di heyeta Tirk da Serokê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin jî cih digire.

Di heyeta Rûsyayê da ya ku dê Şêwirmendê Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn Vladimîr Medînskiy serektiya wê dike, Alîkarê Wezîrê Karûbarên Derva yê Rûsyayê Mîxaîl Galuzîn, Serokê Daîreya Îstixbarate Sereke ya Sererkaniya Rûsyayê (GRU) Îgor Kostyukov û Alîkarê Wezîrê Parastina Rûsyayê Aleksandr Fomîn û rayedar cih digirin.

Di heyeta Ukraynayê da ku dê Wezîrê Parastinê Rustem Umerov serektiya wê bike, Alîkarê Wezîrê Karên Derva yê Ukraynayê Sergiy Kyslytsya, Alîkarê Serokê Servîsa Ewlekariyê ya Ukraynayê Oleksandr Poklad, Alîkarê Serokê Servîsa Îstixbarata Dervayî Oleh Luhovskyi û rayedar cih digirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.