Kremlîn: Emê rêveberiya Sûriyeyê ji bo Lûtkeya Rûsya-Erebî vexwînin

Moskova
Berdevkê Kremlînê Dimîtrî Peskov destnîşan kir ku ewê rêveberiya Sûriyeyê ji bo Lûtkeya Rûsya-Erebî ya ku biryar e meha cotmehê da bê lidarxistin, vexwînin û got, "Em têkiliyên xwe digel rêveberiya heyî ya Sûriyeyê didomînin û emê li ser vê berdewam bin. Berjewendiyên me li Sûriyeyê hene."
Peskov li Moskowa paytext bersiv da pirsên rojnamevanan yên derbarê rojevê da.
Peskov bal kişand ser biryara Serokê DYAyê Donald Trump ku gotibû ewê mueyîdeyên li ser Sûriyeyê rake û tekezî kir ku ew biryara serwer a DYAyê ye.
Peskov destnîşan kir ku plan dikin rêveberiya Sûriyeyê ji bo Lûtkeya Rûsya-Erebî ya ku tê plankirin cotmehê da bê lidarxistin, vexwînin û got, "Helbet ewê vexwendinên wisa çêbibin. Em têkiliyên xwe digel rêveberiya heyî ya Sûriyeyê didomînin û emê li ser vê berdewam bin. Berjewendiyên me li Sûriyeyê hene."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.