TBMM (AA) - Serokê Giştî yê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selahattîn Demîrtaş derbarê êrîşên ku li ser buroyên hilbijartinê yên partiyên siyasî tên kirin rexne kir û got: "Me heta niha li dijî tu partiyekî û tu namzetekî dijminatî û sîyaseta qirêj nekiriye û em teqez nakin jî. Em tu car tevlî provokasyonan nabin. Em ne partîyekê erzanin"
- "Kujeran vedişerin"
Demîrtaş, îdîa kir ku kesên kûjer tên parastin û wiha axivî: "Lazim e ku her kes di vê mijarê de hay ji axaftina xwe hebe. Em hilbijartineke demokratîk dixwazin. Bila hemû kes bi fikir û projeyên xwe derkevin meydanê. Ji xwe gel kesên fîkrên wî hene û yên ku tunene dibîne û ji hev derdixe. Li hemberî van tiştên bi dezgehî divê him MHP û him jî ciwanên MHPyî hay ji xwe hebin û nekevin vê dafikê. Tu eleqeya BDPê bi van tiştên qilêrî tuneye. Bi vî awayî ser kiryaran vedişêrin. Lazim e ku her kes baldar bibe"
Demîrtaş di komcivîna partiya xwe ya li Meclîsê de li ser îdîayên gendeliyê ya ku di 17ê çileya pêşîn de destpêkir jî axivî û gotin anî li ser nîqaşa ku di navbera AK Partiyê û tevgera Fethullah Gulen de didome.
- Siyaset ji rê derket
Demîrtaş da zanîn ku piştî operasyona 17ê çileya pêşîn li Tirkiyeyê sîyaset ji rê derket û ji vir şûnde jî siyaset di rêyeke rast de nayê kirin. Demîrtaş diyar kir ku divê gel hin tiştan rast bizanibe û agahdar bibe. Demîrtaş ragihand heya ku gel hin tiştan nizanibe û bûyerên nebaş û qirêj dernekvin holê Tirkiyeyê pêş ve naçe.
Demîrtaş wiha pê de çû:
"Ev gotin nîşan didin ku cimaet bi destê AKPê çawa hatiye parastin. Serokwezîr dibêje ku bi hinceta gendeliyê dewleta paralel diparêzin. Bi rastî jî pergaleke paralelê heye. Aliyê din jî dibêje, ji bo ku gendelî dernekeve holê îxtiya dewleta paralel davêjin. Kesî ku li Pensîvanyayê dijî jî dibêje ku bi gotinên pergala paralel dixwazin ser gendeliyê bigrin. Bi Xwedê her du jî rast dibêjin. Divê meriv heqê wan nexwe. Carna her du jî rast xeberdidin. Her du alî jî mafdarin."