Polîtîka

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê wê di 8ê Cotmehê da eskerên teqawid guhdar bike

Gazi Nogay  | 06.10.2025 - Rojanekırın : 08.10.2025
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê wê di 8ê Cotmehê da eskerên teqawid guhdar bike

TBMM

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê wê di civîna xwe ya 14emîn a ku 8ê Cotmehê çêbibe da, eskerên teqawid û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl guhdar bike.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Meclisê, Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya ji bo armanca "Tirkiyeya Bêteror" li Meclisê hat avakirin wê 8ê Cotmehê roja çarşemê di saet 14.00î da bi serokatiya Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş bicive.

Civîn wê li Salona Merasimê ya li Meclisê çêbibe.

Di rûniştina ewil a civîna 14emîn da nûnerên Komeleya Efserên Teqawid ên Tirkiyeyê (TESUD), Komeleya Serefserên Teqawid ên Tirkiyeyê (TEMAD), Komeleya Cendirmeyên Pispor ên Teqawid (EMUJAD) û Komeleya Eskerên Pispor ên Teqawid ên Tirkiyeyê (TEMUD) wê bên guhdarîkirin.

Di rûniştina duyem a civînê da jî nûnerên Komeleya Alîkarî, Hevgirtin, Yekîtî û Çandê ya Bi Malbatên ku Eqrebayên Wan Di Landika Şaristaniyan da Mirine Ra (MEBYA-DER), Komeleya Demokrasî û Yekîtîyê (DEMBÎRDER), Komeleya Xebatên Polîtîkaya Kamuyê û Demokrasiyê (PODEM), Komeleya Pêşgaviyê ya Mafan, Weqfa Aştiyê û Komeleya Lihevhatina Civakî (TMD) wê bên guhdarîkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.