Polîtîka

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê dê di civîna 18em da li ser "ziyareta Îmraliyê" raweste

Komîsyon dê di civîna 18em a sibê da xebatên ku heta niha hatine kirin binirxîne

Huzeyfe Tarık Yaman  | 20.11.2025 - Rojanekırın : 21.11.2025
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê dê di civîna 18em da li ser "ziyareta Îmraliyê" raweste

TBMM

 Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya li Meclisê ji bo hedefa "Tirkiyeya Bêteror" hat damezirandin, dê di civîna 18em a sibê da xebatên ku heta niha hatine kirin binirxîne û her wiha çûyîna ji bo Saziya Înfaza Cezayê ya Zêde Ewledar a Îmraliyê jî di nav da dê li ser xebatên ku dê di demên pêş me da pêk bîne, raweste.

Komîsyonê civîna xwe ya herî dawîn bi serokatiya Serokê TBMMyê Numan Kurtulmuş 18ê Mijdarê roja Sêşemê kir.

Di civîna 17em da ya ku bi awayekî girtî hat kirin, Wezîrê Karên Navxweyî Ali Yerlikaya, Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler û Serokê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin pêşkêşî kirin û dû ra jî pirsên parlamenteran bersivandin.

Ji aliyekî din va komîsyon dê civîna xwe ya 18em sibê di saet 14.00an da li Salona Merasimê ya Meclisê bi serokatiya Serokê TBMMyê Numan Kurtulmuş bike.

Di civînê da xebatên ku heta niha hatine kirin dê bên nirxandin û her wiha çûyîna ji bo Saziya Înfaza Cezayê ya Zêde Ewledar a Îmraliyê jî di nav da xebatên ku dê di demên pêş me da ji hêla komîsyonê bên kirin dê bên axaftin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın