Polîtîka

Komîsyona Hevgirtin, Biratî û Demokrasiyê ya Neteweyî bi serokatiya Serokê TBMMyê Kurtulmuş civiya

Ahmet Buğra Olaç  | 17.09.2025 - Rojanekırın : 17.09.2025
Komîsyona Hevgirtin, Biratî û Demokrasiyê ya Neteweyî bi serokatiya Serokê TBMMyê Kurtulmuş civiya

TBMM

 Serokê TBMMyê Numan Kurtulmuş got, "Şert û mercên herêmî û kurewî barên giran didin ser milên Tirkiyeyê, di rewşeke wiha da divê em demildest aştiyeke mayînde, bi hizûr û biratiyê çêkin."

Komîsyona Hevgirtin, Biratî û Demokrasiyê ya Neteweyî ya ku ji bo "Tirkiyeya Bêteror" li TBMMyê hat avakirin, bi serokatiya Serokê TBMMyê Kurtulmuş civiya.

Di civîna 10em a Komîsyonê da ya ku li Salona Merasimê ya li TBMMyê hat lidarxistin, Prof. Dr. Havva Kok Arslan, Prof. Dr. Sevtap Yokuş Veznedaroglu, Prof. Dr. Ayşe Betul Çelik, Doç. Dr. Çerag Esra Çuhadar, Balyozê Uskupê Fatih Ulusoy, Huseyîn Oruçê Serokê Heyeta Mutewelî ya Weqfa Alîkariya Însanî ya Maf û Azadiyên Însanan (ÎHH), Prof. Dr. Deniz Ulke Kaynak, Doç. Dr. Vahap Coşkun û Prof. Dr. Talha Kose beşdarî kirin.

Serokê TBMMyê Kurtulmuş di axaftina xwe ya li Komîsyonê da spasiya akademîsyenên dê pêşkêşiyê bikin kir.

Kurtulmuş da bibîrxistin ku ew civîna 10em li dar dixin û wiha got, "Şert û mercên herêmî û kurewî barên giran didin ser milên Tirkiyeyê, di rewşeke wiha da divê em demildest aştiyeke mayînde, bi hizûr û biratiyê çêkin."

Kurtulmuş her wiha bal kişand ku ew di Komîsyonê da mijaran bi awayekî dialî mizakere dikin û her wiha pêvajoyan bi awayekî şefaf û zelal bi rê va dibin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın