Polîtîka

"Ji hişmendiya 28ê Sibatê hema hema tu tiştek nema"

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo hişmendiya 28ê Sibatê ya digotin wê hezar sal bidome got ku ji ber wê nêrînê tiştek nema

13.04.2019 - Rojanekırın : 13.04.2019
"Ji hişmendiya 28ê Sibatê hema hema tu tiştek nema"

Istanbul

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo hişmendiya 28ê Sibatê ya digotin wê hezar sal bidome got ku ji ber wê nêrînê tiştek nema û wiha pê da çû: "Ji hişmendiya 28ê Sibatê ku digotin wê hezar sal bidome hema hema tu tiştek nema."

Ji axaftina Serokomar Erdogan hin sernavên derketin pêş ev in:

Îmam Xetîb li hember pêkutiyên yektîp ji bona kesên gorî nirxên gel û her kesî himbêz dikin bên perwerdekirin derketin pêş û bi ser ketin.

Di encamê da marqeyeke îmam xetîbê derketiye holê. Yanê dema vê dibêjim bira neyê fehmkirin ku îmam xetîb cuda ne, lîseyên fenê cuda ne, lîseyên meslekê yên din cuda ne. Çawa ku yekî Lîseya Galatasarayê xilas dike wekî marqe girîngiya wê derdixe holê, yekê Kabataşê xilas dike û derdixe holê ez jî wekî xwendekarekî îmam xetîbê hewl didim vê marqeyê derxim holê.

Yek derketiye û dibêje 'Çi hewce dike li Çamlicaya Mezin mizgefteke kapasîteya bo 60 hezar kes e tê avakirin?' Ji ku derê hatine ku derê... Tu vî hesabî dikarî ji Qanûnî û Fatîh bipirse?

Timî astengî derxistin pêşiya me û em ji hemûyan derbas bûn û heta roja îroyîn hatin.

Zirze li deriyê îmam xetîban xistin lêbelê nikaribûn agirê di dilê gelê me da bitemirînin." Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın