Komên partiyên siyasî ji bo endamtiyên Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) navê ku diyar kirin, radestî Serokatiya Meclisê kirin.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê bidest xist, AK Partiyê ji bo para xwe ya endamtiyê parlementerê berê û endamê RTUKê Îlhan Yerlîkaya û Murat Zelan, MHPê jî wê Esat Çiplak û Hayatî Bîce namzed da nîşan.
Ji bo endamtiya sêyemîn navên ku MHP û HDP ragihînin wê bikevin pêşbaziyê. Serokê Meclisê Îsmet Yilmaz ji MHP û HDPê navek xwest. MHPê ji bo endamtiya sêyemîn navê Arif Firtina da; HDPê jî navê Filîz Koçalî û Nevruz Ugurê da.