27 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2016
ANKARA
"Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de ya Der heqê Verastinkirina Der barê Hin Sazî û Dezgehan de û Tedbîrên Divê ku Di Çarçoveya Rewşa Derasayî de Bên Sitandin" di jimara mukerrer a Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Di Biryarnameya Di Hikmê Qanûnê de ya der heqê tedbîrên ku divê di çarçoveya OHALê de bên sitandin de cî dan hikmê "Bêyî ku li biryara mehkumiyetê binêrin rutbeyên eskerî û memûriyetên kesên esker ên ku ji Hêzên Çekdar ên Tirkyeyê hatin derxistin, bên sitandin û van kesan car din qebûlê Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê nakin. Ev kes car din li xizmeta qamûyê nayên îstixdamkirin, rasterast an jî bi awayekî nerasterast nayên peywirdarkirin, hemû peywirên wekî her cure mutewellî, lijne, komîsyon, endamtiya lijneya tesfiyeyê ya kontrolê jî xilasbûyî tên qebûlkirin."
- Fermandariya Ewlekariya Peravan û Cendirme bi Wezareta Karên Navxweyî ve hatin girêdan
Bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de ya Der heqê Verastinkirina Der barê Hin Sazî û Dezgehan de û Tedbîrên Divê ku Di Çarçoveya Rewşa Derasayî de Bên Sitandin Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan û Fermandariya Ewlehiya Peravan bi Wezareta Karên Navxweyî ve hat girêdan.
- Yên ji Artêşê hatin avêtin
Bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de ya der barê tedbîrên divê ku di çarçoveya OHALê de bên sitandin li Fermandariya Hêzên Bejayê 87 general, 726 efser, 256 binefser, li Fermandariya Hêzên Behrayî 32 amîral, 59 efser, 63 binefser, li Fermandariya Hêzên Asmanî 30 general, 314 efser, 117 binefser bi tevahî hezar û 684 eskerên ku aîdiyeta wan, îltisak an jî têkiliya wan bi Rêxistina Terorê ya Fetullahî yên hat tespîtkirin ku ji bo ewlehiya neteweyî tehdît in, ji Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê hatin derxistin.
Bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de ya der barê tedbîrên divê ku di çarçoveya OHALê de bên sitandin di nav xebatkarên eskerî yên ku ji TSKyê hatin derxistin de Fermandarê Hêzên Asîmanî yê berê Akin Ozturk, Orgeneral Adem Hudutî, Korgeneral Metîn Iyidil, Korgeneral Yildirim Guvenç, Korgeneral Îlhan Talu, Korgeneral Salîm Ulusoy, Tumgeneral Mehmet Dişli, Tumgeneral Kubilay Selçuk, Fermandarê Ewlehiya Peravan Tumamîiral Hakan Ustem, Ji Nexweşxaneya Perwerdeyê ya Haydarpaşayê ya GATAyê Tumamîral Bekîr Sitki Cebecî û Kurmay Yarbayê Pîlot Hakan Karakuş jî cî digirin.
- Gelek saziyên medyayê hatin girtin
Li gor Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de ya Der heqê Verastinkirina Der barê Hin Sazî û Dezgehan de û Tedbîrên Divê ku Di Çarçoveya Rewşa Derasayî de Bên Sitandin 3 ajansên nûçeyan, 16 televîzyon, 23 radyo, 45 rojname, 15 kovar, 29 weşanxane û qenalên belavkirinê hatin girtin.
Li gor Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de ya Der heqê Tedbîrên Divê ku Di Çarçoveya Rewşa Derasayî de Bên Sitandin dê miameleyên terfî, tayînkirin, nasip, bikaranîna kadroyan, teqawîdkirin û têkilîbirîn ên ku dê bi biryarên li Şêwra Eskerî ya Bilind a ku dê sibê bê kirin ji 29ê temûza 2016an pê ve bên tetbîqkirin.