Polîtîka

Heyeta Dem Partiyê Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Davutoglu ziyaret kir

Fırat Taşdemir  | 16.12.2025 - Rojanekırın : 17.12.2025
Heyeta Dem Partiyê Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Davutoglu ziyaret kir Metin Aktaş

Ankara

Heyeta DEM Partiyê Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglu ziyaret kir.

Di heyeta DEM Partiyê da Cîgirseroka Meclisê û Parlamentera Wanê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Parlamenterê Şanliurfayê yê DEM Partiyê Mîthat Sancar cih girt.

Ziyaret li Navenda Giştî ya Partiya Gelecekê bêyî çapemeniyê pêk hat.

Sancar piştî hevdîtinê daxuyanî da û diyar kir ku qonaxeke nû dest pê kir, mijara sereke ya vê qonaxê jî zemîna hiqûqî û verastkirinên qanûnî ne.

Sancar daxuyand ku mitabaqata siyasî şertê herî girîng ê meşandina pêvajoyê ye û ew dixwazin ku di ziyaretan da vê mitabaqatê pêk bînîn.

Buldanê jî diyar kir ku hevdîtin pir mifadar bû û wiha dewam kir, "Helbet ev ziyaretên me wê dewam bikin. Grûba kîjan partiya siyasî hebe, em wan ziyaret dikin. Di dawiya ziyaretan da em plan dikin ku bi Birêz Serokomar ra jî hevdîtinekê bikin. Paşê jî em ê giravê ziyaret bikin."

Davutoglu jî diyar kir, ji bo zemîna qanûnî û pêvajoya hiqûqî çi hewce dike, divê zûtirî were kirin.

Davutoglu destnîşan kir ku geşedanên li Sûriyeyê merivan dixin fikareke mezin û wiha dewam kir, "Çend roj berê DEAŞê êrîşî eskerên Amerîkayê kir. Divê ev bibe hişyarî. Li Rojhilata Navîn rêxistinên terorê yên mînanî DEAŞê cardin derketin holê. Li ser îhtimala ku bi unsûrên îstixbaratê va piştgiriya van tê kirin, divê em vê pêvajoyê zûtirî kuta bikin. Divê em bi taybetî ji bo provokasyonên ku tiliya Îsraîlê tê da hene, pir baldar bibin. Di çarçoveya Mitabaqata 10ê Adarê da divê yekparetiya axa Sûriyeyê têkeve binê temînatê, lê di heman demê da formuleke wisa were dîtin ku mafên demokratîk ên xwişk û birayên me yên Kurd ên li Sûriyeyê jî werin parastin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.