Polîtîka

Heyetên Rûsya û Ukraynayê li Stenbolê wê li ser şertên aştiyê biaxivin

Di mizakereyên ku bi mazûvaniya Tirkiyeyê da tên meşandin da heyeta Rûsyayê li ser mizakereyên li Setenbolê yên sala 2022yan disekine û heyeta Ukraynayê jî li ser pêbaweriya yekîtiya axê û parastina ewlehiyê disekine.

Dmitri Chirciu  | 15.05.2025 - Rojanekırın : 16.05.2025
Heyetên Rûsya û Ukraynayê li Stenbolê wê li ser şertên aştiyê biaxivin

Moskova

Di mizakereyên ku bi mazûvaniya Tirkiyeyê da tên meşandin da heyeta Rûsyayê li ser mizakereyên li Setenbolê yên sala 2022yan disekine û heyeta Ukraynayê jî li ser pêbaweriya yekîtiya axê û parastina ewlehiyê disekine.

Hat ragîhandin ku heyeta Rûsyayê ya ku wê beşdarî mizakereyên li Stenbolê bibe, gihîşt Tirkiyeyê.

Ajansa nûçeyan a Rûsyayê Tassê di nûçeya xwe ya ku çavkaniya wê wek kesekî navê wî veşartî nîşan da ragihand ku heyeta Rûsyayê gihîşt Stenbolê û tê payîn ku mizakereyên bi Ukraynayê ra wê bi saeta Tirkiyeyê di saet 10:00an da li Dolmabahçeyê dest pê bikin.

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn navên kesên heyeta ku wê beşdarî mizakereyên bi Ukraynayê ra ya ku wê li Stenbolê bi mazuvaniya Tirkiyeyê bên kirin bibin, eşkere kiribû.

Li gor vê, Vladîmîr Medînskîyê Muşawîrê Putîn wê serokatiya heyetê bike.

Di heyetê da Alîkarê Wezîrê Karên Derva Mîxaîl Galuzîn, Serokê Midûriya Sereke ya Serokatiya Sererkaniyê Îgor Kostyukov û Alîkarê Wezîrê Parastinê Aleksandr Fomîn wê cî bigirin.

Di lîsteya pisporên heyetê da jî ji bilî Alîkarê Serokê Daîreya Agahiyê ya Serokatiya Sererkaniyê Aleksandr Zorîn û Alîkara Serokê Daîreya Polîtîkaya Dewletê ya Însanî ya Serokatiya Dewletê Yevgeniya Podobreyevskayayê, Midûrê Daîreya Duyemîn a Civaka Dewletên Serbixwe yên Wezareta Karên Derva Alenksandr Polîşçyuk û Alîkarê Serokê Midûriya Sereke ya Hevkariya Eskerî ya Navneteweyî ya Wezareta Parastinê Vladîmîr Şevtsov cî digirin.

Medînskîy di mizakereyên sala 2022yan da jî serokatiya heyeta Rûsyayê kiribû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın