
Ji ber ku li Lijneya Şewirê yekdengî nehat bidestxistin, HDPyê wek pêşniyaza komê îro hevdîtina pêşnûmaya der barê lêkolîna rojnamevanên kurd anî rojeva Lijneya Giştî.
Parlementerê HDPyê yê Hekariyê Adil Zozanî di berwerê pêşniyazê de axaftinek kir. Zozanî got ku "Hûn ji bo Bingolê dibêjin ku provakasyon e, belê provokasyon bû. Yên ku bûyera li Bingolê kirin kî ne, kî serkomîser qetl kir, kî midûrê ewlehiyê birîndar kir, derxînin. Di raporên balîstîk de derket holê ku ew kesên ku hûn wek kiryar nîşan didin kiryar nînin. Kî kolana kurdan hişt di nav xwînê de?"
Parlementerê CHPyê yê Meletiyê Velî Agbaba jî axaftineke der barê berwerê pêşniyazê de kir û got ku em parlementerên ku herî zêde rojnamevanên girtî, parlementer, sendîkavan û xwendekaran ziyaret dikin in. Agbaba îdia kir ku sedemê vê yekê polîtîkayên AK Partiyê ne.
Agbaba da zanîn ku AK Partî di 5 salên heyama ewil a ku nû hatibû li ser îqtidarê de gelek qala têgehên demokrasî û azadiyê dikir. Agbaba parast ku hin rewşenbîr, rojnamevan û nivîskarên qaşobi van gotinan serxweş ketin û hişê hinekan gelek dereng hat serê wan û hinek ji wan zû hatin ser hişê xwe.
Agbaba îdia kir ku mafê herî bingehîn mafê jiyanê ya rojnamevanan ji wan tê sitandin.
-"Nekarî qala Dêrsimê bike"
Cîgirserokê Koma AK Partiyê Ahmet Aydin bi hinceta dev avêtinê bersiva Agbaba da û got ku heke faşîzm, dîktatorî hebûya Agbaba nedikariya bi vî awayî heqaretê bike. Aydin wiha axivî: "Heke hûn dixwazin birêvebiriyeke faşîst û diktayê, redkirin û înkarê bibînin li rabirdûya xwe binêrin. Der barê dadger û dozgeran de kî ciyawaziyê kir, li gotinên Mogûltay binêrin. Serokê we yê giştî dêrsimî ye lê nekarî ku lêborînê bixwaze, qala Dêrsîmê nekir jî. Kesê ku cara ewil ji bo Dêrsimê lêborîn xwest Erdogan e."
Cîgirserokê Koma CHPyê Akîf Hamzaçebî jî ji ber gotinên Aydin derket ser dikê. Hamzaçebî got ku ji ber polîtîkaya derveyî ya Serokwezîrê heyamê Erdogan û Wezîrê Karên Derve yê heyamê Ahmet Davutoglu 52 welatî di teqînê de mirin. Hamzaçebî qal kir Erdogan gotiye ku "52 welatiyên sunî şehîd ketin" û got ku "Me heta Erdogan nedizaniya ku şehîd li gor mezhebên xwe tên dabeşkirin."
-"Ez li bendê bûm ku lêborînê bixwaze"
Parlementerê AK Partiyê yê Bartinê Yilmaz Tûnç li dijî pêşniyazê de axivî û bi bîr xist ku di salên 1990î de digel rojnamevanên kurd rojnamevanên cuda yên wekî Çetîn Emeç, Tûran Dûrsûn, Ahmet Taner Kişlali jî mirin.
Tûnç got ku di van 12 salên dawîn de ji bo pêşxistina mafên mirovan xebatên girîng hatin kirin û ev xebat rêzkirin.
Tûnç diyar kir ku van rojan gelek hewceyî bi yekîtî û hevgirtinê heye û divê her kes bi taybetî çapemenî di van rojan de ji weşanên ku zirarê didin atmosfera biratiyê dûr bisekinin.
Tûnç destnîşan kir ku rast nîne mirov çapemeniyê wekî "tirk, kurd, rast, çep, navend, çapemeniya li kêlekê" dabeş bike û da zanîn ku her kes çawa bixwaze wisa weşanê dike, ev dabeşî kêrî welêt nayên.
Parlementerê AK Partiyê yê Gazîantebê Şamîl Tayyar li dijî pêşniyaza komê axaftinek kir û diyar kir ku CHP dibêje ku "Di partiya we de dîktatorî û birêvebiriya otorîter heye." û got ku "Hûn li partiya xwe binêrin. partiya we li erdê re kaş dibe."
Tayyar diyar kir ku ji parlementerê ku li ser navê Koma HDPyê diaxive bila wekî Parlementerê HDPyê yê Diyarbekirê Altan Tan lêborînê bixwaze û wiha axivî: "Lê belê rûşûştî derket û her kesê kir kujer, axafitneke ku tehdît û şantaj tê de hebû, kir. Heke bi hinceta Kobanêyê 40 kes miribin, di vê xwînê de destê we jî heye. gel bi provokatoran re daket kolanan. Çalakiya li Bingolê çalakiya PKKyê ye."
-"Bêwijdaniya herî mezin"
Cîgirseroka Koma HDPyê Pervîn Bûldan bi hinceta devavêtinê bersiva Tayyar da û xwepêşandanên ku ji bo şermezarkirina DÎŞIyê hatin kirin, destnîşan kir.
Bûldan wiha axivî:
"Wijdana min û wijdana te tu carî wek hev nîne. ji kerema xwe pêşî li xeletiyên xwe binêrin pişt re qala kesên din bikin. Tekane berpirsyarê van mirinan Serokomar e. Wî daxuyaniyên ku ciyawaziyê xurt dike, şîdetê geş dike kirine û pişt re Serokwezîr û rayedarên hikûmetê daxuyanî dane û bûne sedemê destpêkirina van bûyeran. Heke wê şevê birêz Selahattîn Demirtaş wê daxuyaniyê nedaya jî dê gel daketa kolanan. Ez sersaxiyê didim malbatên 40 kesên ku mirin. Ez wekî te bêwijdan nînim. Bêwijdaniya herî meziin e ku mirov birêz Selahattîn Demirtaş bike berpirsyarê vê mijarê."
Parlementerên AK Partiyê bertek nîşanê vê axaftina Bûldanê kirin. Cîgirseroka Parlementoyê Guldal Mûmcû ji be rku bertek zêde bûn û bû wek nîqaşa dualî 10 deqîqe navber de lihevcivînê.
Piştî navbera ku hat dayîn pêşniyaza HDPyê nehat qeûlkirin.
Di vê navberê de li Lijneya Giştî ya TBMMyê de maweya peywira komîsyona lêkolîna bobelata madenê ya li Somayê ji 21ê cotmehê pê ve mehek hat dirêjkirin.