Erdogan:Armanca me ew e em zincîrên zengarî yên li biratiya ezelî û ebedî ya gelê me xistine yek bi yek vekin û biavêjin
"Armanca me ew e ku em welatê xwe bi pêş bixin û zincîrên zengarî yên li biratiya ezelî û ebedî ya gelê me xistine, yek bi yek vekin û biavêjin"

Ankara
Serokomar Recep Tayyip Erdogan got, "Daxwaza min a herî mezin ew e ku Putîn û Zelenskiy li Stenbolê yan jî li Enqereyê bînim cem hev. Hetta Trump jî bidim rexê wan."
Serokomar Erdogan li Kuliyeya Serokomariyê piştî Civîna Kabîneyê der heqê rojevê da daxuyanî dan.
- "Armanca me ew e em zincîrên zengarî yên li biratiya ezelî û ebedî ya gelê me xistine vekin û biavêjin"
Serokomar Erdogan der heqê pêvajoya Tirkiyeya Bêteror da wiha axivî:
"Pirsgirêka terorê di serî da Tirkiye xwedan hêz e ku hemû meseleyên xwe çareser bike. Pêvajoya me ya Tirkiyeya Bêteror dê bibe mîheng û mixfera vê. Armanca me ew e ku em welatê xwe bi pêş bixin û zincîrên zengarî yên li biratiya ezelî û ebedî ya gelê me xistine, yek bi yek vekin û biavêjin."
Erdogan her wiha bal kişand ku têkoşîna wan a dijî polîtîkayên bêcinsiyetkirinê yên bûne zordestiya kurewî dê bi biryardarî bidome.
Serokomar Erdogan der heqê mixalefetê da jî wiha got, "Yên ku heta du sal berê îşlikên spî li xwe dikirin, vîdeo dikişandin û pesn û medha hev didan, wekî seraktorên şer manşetan dixemilînin."
- "Em ji ber biryara welatên Ewropayê ya rakirina mueyîdeyên dijî Sûriyeyê kêfxweş in"
Serokomar Erdogan di daxuyaniya xwe da diyar kir ku ew ji ber biryara welatên Ewropayê ya rakirina mueyîdeyên dijî Sûriyeyê ya piştî daxuyaniyên Trump kêfxweş in û wiha dewam kir:
"Rêhewayên Sûriyeyê van nêzîkan dê dest bi firînên Tirkiyeyê bike. Şîrketa me ya AJet dê bo Sûriyeyê geştên bipergal pêk bîne. Em di wê baweriyê da ne, Sûriye her ku bigihîje îstiqrar û aramiyê, hemû cîranên wê û hemû welatên herêmê dê ji vê sûdmend bin."
- "Daxwaza min a herî mezin ew e ku Putîn û Zelenskiy li Stenbolê yan jî li Enqereyê bînim cem hev"
Serokomar Erdogan biwarê hewldanên bidawîkirina şerê Rûsya-Ukraynayê da jî wiha axivî, "Daxwaza min a herî mezin ew e ku (Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr) Putîn û (Serokê Dewleta Ukraynayê Volodîmîr) Zelenskiy li Stenbolê yan jî li Enqereyê bînim cem hev. Hetta (Serokê Amerîkayê Donald) Trump jî bidim rexê wan."
Erdogan her wiha ji bo mizakereyên heyetên Rûsya-Ukraynayê yên li Stenbolê da jî wiha got, "Digel hedîseya duh, civîn pêk hat û ev bi serê xwe serkeftineke giring e. Di vê hevdîtinê da ez jî bi wan ra bêm cem hev da ku em Stenbolê bikin navendeke aştiyê."
- "Em ê 57,4 milyar lîreyî bidin 15,9 milyon teqawidên xwe"
Serokomar Erdogan der barê îkramiyeyên eydê da jî wiha axivî, "Heta 4ê Hezîranê em ê 57,4 milyar lîreyî bidin 15,9 milyon teqawidên xwe. Em ê her wiha mehaneyên extiyar û astengdaran sibê bidin. Bi vî awayî em ê ji bo milyonek û 350 hezar xwîşk û birayên xwe bi tevahî 6 milyar û 300 milyon lîreyî bidin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.