Polîtîka

Di ziyareta Bexdayê ya Serokê MÎTê Kalin da pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror" û ewlehiya sînoran hat nirxandin

Fatma Sevinç Çetin  | 09.07.2025 - Rojanekırın : 10.07.2025
Di ziyareta Bexdayê ya Serokê MÎTê Kalin da pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror" û ewlehiya sînoran hat nirxandin

Ankara

 Serokê Teşkîlata Îstixbaratê ya Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin duh li Bexdaya paytextê Iraqê du hevdîtin pêk anîn û di hevdîtinan da "Tirkiyeya Bêteror" di serî da avêtina gavên hevpar hatin nirxandin ku ewlehiya sînoran a her du aliyan pêk were, herêm ji terorê safî bibe û teror ji rojeva herêmê bê derxistin.

Li gor agahiya ku ji çavkaniyên ewlehiyê hat hildan, Kalin duh ji bo danîna têkiliyên dualî çû Bexdayê.

Kalin li Bexdayê pêşiyê bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa es-Sûdanî ra hevdîtin kir, paşê bi Serokomarê Iraqê Ebduletîf Cemal Reşîd ra civiya. Alîkarê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Karên Derva Fuad Huseyîn jî bi Kalin ra beşdarî civînê bû.

Serokê MÎTê Kalin di çarçoveya ziyareta xwe ya li Bexdayê da her wiha bi Wezîrê Parastina Iraqê Sabît Bişar, Serokê Serwîsa Îstixbaratê ya Neteweyî ya Iraqê Hamid Şatrî, Pêşengê Tifaqa Serweriyê ya Iraqê Hamis Xencer û Serokê Meclisa Nûneran a Iraqê Mehmûd Meşhedanî ra jî civîn kir.

Di civînan da "Tirkiyeya Bêteror" di serî da avêtina gavên hevpar hatin nirxandin ku ewlehiya sînoran a her du aliyan pêk were, herêm ji terorê safî bibe û teror ji rojeva herêmê bê derxistin. Rêvebiriya Iraqê di her astê da ji bo Tirkiyeyê piştgiriya xwe ya tam destnîşan kir.

Her wiha di hevdîtinê da ji bo pêkanîna aştî û îstiqrara herêmî derfetên tevkariyê û têkiliyên navbera her du welatan hatin nirxandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.