"Di têkoşîna dijî PKKyê da em girîngiyê didin hevkariya Îranê"
Serokwezîr Bînalî Yildirim got: "Ji bona têkoşîna dijî PKKya rêxistina terorê ya 40 sal in serê Tirkiyeyê diêşîne em girîngiyê didin hevkariyeke nêz ya bi Îranê ra û em gelek memnûn in ku hevkariya di vê mijarê da zêde dibe."
Ankara
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim û Îshaq Cîhangiriyê Alîkarê Yekem yê Serokomarê Îranê piştî hevdîtina dualî û di nav lijneyan da daxuyaniya çapemeniyê ya hevbeş dan.
Serokwezîr Yildirim destnîşan kir di têkoşîna dijî PKKyê da girîngiyê didin hevkariya Îranê û wiha got: "Ji bona têkoşîna dijî PKKya rêxistina terorê ya 40 sal in serê Tirkiyeyê diêşîne em girîngiyê didin hevkariyeke nêz ya bi Îranê ra û em gelek memnûn in ku hevkariya di vê mijarê da zêde dibe."
Yildirim der heqê geşedanên li bakurê Iraqê da wiha got: "Mixabin tişta ku xwestin li herêmê çêkin ew nîne ku ji bo kurd, ereb, tirkmen, êzdî, aşûrî û gelek komên nijadî yên dijîn pêşerojeke baş çêkin, di encama hewldanên ji bo pêşeroja şexsî û azweriyan da rewşeke wiha derket holê. Di nav van şert û mercan da kesên rê li ber vê macereyê vekirin divê êdî li herêmê tunebin û wek rêvebir jî zehmet e heyata xwe berdewam bikin. Ji bo zêde tedayî li xelkê herêmê nebe divê gavên hewce dikin biavêjin."
Serokwezîr Yildirim der heqê geşedanên li bakurê Iraqê wiha dewam kir: "Hesesiyeta me ya der barê herêmê de, a Îranê jî Tirkiyeyê jî yek e û çarçoveya hevkariya me ya di vê mijarê de wê berfirehtir bibe û dewam bike."
- Di navbera Tirkiyeyê û Îranê da du peymanên li ser zanist û teknolojiyê û hawirdorê hatin îmzekirin.
Serokwezîr Yildirim û Cîhangîriyê Alîkarê Pêşîn yê Serokomarê Îranê beriya civîna çapemeniyê ya ku li Qesra Çankayayê hat lidarxistin beşdarî merasima îmzekirina 2 peymanan bûn.
Di merasimê da Zepta Mitebeqata Li Ser Hevkariya Teknolojî û Zanistê ya di navbera Saziya Lêkolîna Teknolojîk û Zanistî ya Tirkiyeyê û Navenda Hevkariya Zanîstî ya Navneteweyî ya Wezareta Lêkolîn, Zanist û Teknolojiyê ya Îranê da hat îmezekirin. Mehmet Şahîn Gokê Alîkarê Serokê TUBÎTAKê û Îbrahîm Rehîmpurê Alîkarê Wezareta Karên Derva ya Îranê îmze avêtin zeptê.
Mehmet Ceylanê Alîkarê Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê û Rehîmpurê Alîkarê Wezîrê Karên Derva yê Îranê Pêkanîna Pîlana Çalakiya Ji Bo Du Salan a Zepta Mitebeqata Li Ser Hevkariya Hawirdorê ya di navbera Komara Tirkiyeyê û Komara Îslamî ya Îranê îmze kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.