Di navbera Tirkiye û Qraltiya Yekbûyî da peymana hevkariyê ya Eurofighter Typhonn hat îmzekirin
Serokomar Erdogan, "(Eurofighter Typhonn) Ez vê peymanê wekî nîşaneya peywendiyên stratejîk ên nû yên di navbera herdu hevalbendan da dibînim."
Ankara
Ji aliyê Serokomar Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê Îngiltereyê Keir Starmer va peymana hevkariyê ya balafirên şer a Eurofighter Typhonn hat îmzekirin.
Piştî merasima îmzekirinê Serokomar Erdogan û Serokwezîrê Îngiltereyê Starmer daxuyanî dan.
Serokomar Erdogan û Serokwezîrê Îngiltereyê Starmer, di navbera herdu welatan da peymana hevkariyê ya balafirên şer a Eurofighter Typhonn îmze kir.
Serokomar Erdogan wiha daxuyand, "Em biryardar in hecma bazirganiya xwe di etaba ewil da derxin 30, pişt ra derxin 40 milyar dolarî. Em di mijara xurtkirina peywendiyên aborî da biryardar in."
Erdogan wiha dewam kir, "Sepanên verastkirinê yên ji bo tedareka balafirên şer a Eurofighter Typhonn, di hevdîtinên di nav lijneyan da hatin îmzekirin."
Serokomar Erdogan wiha got, "(Eurofighter Typhonn) Ez bawer im ku ev hevkariya me ya digel Qraltiya Yekbûyî wê di projeyên mişterek yên pîşesaziya parastinê da jî derî vebike."
Serokomar daxuyand, "(Eurofighter Typhonn) Ez vê peymanê wekî nîşaneya peywendiyên stratejîk ên nû yên di navbera herdu hevalbendan da dibînim."
Serokomar Erdogan di mijara ewlehiya Xezeyê da wiha got, "Ji bo parastina agirbesta li Xezeyê û rêlibergirtina îxlalan berpirsiyarî dikeve ser milê me hemûyan. Bi taybetî divê ber li hikûmeta li Îsraîlê bê girtin.
Ez ji bo biryara naskirina Dewleta Filistînê Serokwezîrê Îngiltereyê Starmer pîroz dikim, em biryarê di rêya çareseriya du dewletî de wekî gavekî wêrekî hatiye avêtin dinirxînin."
Serokwezîrê Îngiltereyê Starmer wiha daxuyand:
"(Tirkiye-Îngiltere) Em hevkariyekî stratejîk, di çarçoveya hevkariya dualî ya ewil a Îngiltere-Tirkiyeyê da radigihînin."
Serokwezîrê Îngiltereyê Starmer wiha got, "(Bi Tirkiyeyê ra peymana Eurofighter) Ev, wê ewlehiya li NATOyê kûrtir û bihêztir bike. Ew ê hevkariya di pîşesaziya parastinê da xurt bike."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
