Polîtîka

Devlet Bahçeli: "(Tirkiyeya Bêteror) Di vê pêvajoya hewlên Serokomarê me dide da emê her tim li cem û li pişt bisekinin"

Betül Bilsel  | 08.07.2025 - Rojanekırın : 10.07.2025
Devlet Bahçeli: "(Tirkiyeya Bêteror) Di vê pêvajoya hewlên Serokomarê me dide da emê her tim li cem û li pişt bisekinin"

Ankara

 Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçeli: "(Tirkiyeya Bêteror) Di vê pêvajoya hewlên Serokomarê me dide da emê her tim li cem û li pişt bisekinin. Emê wî tenê nehêlin."

Bahçeli di Komcivîna TBMMyê ya MHPyê da bal kişand ser Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel ku derbarê kesên di lêpirsîna bertîl û gendeliyê da hatibûn binçavkirin wekî "hêsîr" pênase kiribû, Bahçelî ev axaftin wekî "xafilî û şêweyeke bieyb" nirxand.

Bahçelî bal kişand ser pêvajoya 'Tirkiyeya Bêteror' û li ser giringiya wê sekinî û wiha pê da çû: (Tirkiyeya Bêteror) Di vê pêvajoya hewlên Serokomarê me dide da emê her tim li cem û li pişt bisekinin. Emê wî tenê nehêlin. Emê sedsala nû bikin Tirkiyeya Bêteror. Ji bo çekdanîna PKKyê demeke kurt ma û wê çek di bin çavdêriya MÎTê da li bakurê Iraqê teslîm bên girtin. Tirkiye ji serboriyên duh dersa xwe hilda êdî derbasî pêvajoyeke aram û ewledar bû, di vê merheleyê da ye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.