28 Sibat 2017•Rojanekirin: 01 Adar 2017
TBMM
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Bînalî Yildirim got: "Li Reqqayê heke rêxistinên wek YPG, PYDya deng û kurapê PKKê, unsûrên terorê ji bo piştgiriyê werin bikaranîn, em di van operasyonan da qet cih nagrin. Em nikarin tu rêxistineke terorê ra werin kêleka hev."
Yildirim di Komcivîna Meclisê ya partiya xwe da axivî û li ser hevdîtina duh ya xwe û Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî sekinî.
Yildirim diyar kir, ew û Barzanî li ser geşedanên herêmê axivîn, têkoşîna terorê di serî da ew li ser geşbûna têkiliyên dualî, li dijî PKKya rêxistina terorê zêdekirina tevkariyê û xurtkirina xebatên têkoşîna terorê sekinîn.
Yildirim destnîşan kir ku alaya Herêma Kurdistana Iraqê di rojevê da ye û got ku li gor makezagona Iraqê, Rêvebiriya Herêma Kurdistana Bakur xweser e, parlemento, serokwezîr, wezîr, alaya wê ya cuda heye, li dinyayê jî bi vî hawî tê naskirin.
Serokwezîr Yildirim axaftina xwe wiha domand:
"Mîna ku teamuleke nû hatiye sepandin, vê tînin rojevê. Mumkin nîne ku mirov vê bi niyeteke qenc îzah bike. Ji yekîtiya axa Iraqê ra heya dawiyê rêza Tirkiyeyê heye. Destûra Iraqê çi ferz bike, ji wê ra jî rêza wê heye. Ji xeynî vê tu sepaneke me ye mîna pêkanîna teamuleke nû ya dîplomatîk û usûlên nû, çênebû û çênabe. Em ji mêj va dibêjin, bi birayên me yên kurd ra tu kêşeyeke me nîne. Kurdên li Iraqê, Sûriyeyê yên ku têkelî terorê nebûne, birayên me ne.
Îdiaya PKK, kurdan temsîl dike û bi derdên kurdan ra eleqedar dibe, dereweke mezin e. Kêşe rêxistina terorê PKK bixwe ye ku jiyana welatiyên me yên nijadkurd teng dike, siberoja wan tune dike."