
Li Îpekyoluya navçeya Wanê mensûbên rêxistina terorê êrîş pêk anîbûn, di êrîşê de hêzên ewlekariyê du mensûbên rêxistinê kuştibûn. Niha jî dîmenên kuştina du terorîstan derketin holê.
Li gorî agahiya ku gîhaşt ber dest, mensûbên rêxistina di êvara 12ê îlonê de li ser kolana Muşlulara taxa Yenîmahalleyê bi roketavêj û çekên giran ve êrîş birin ser hêzên ewlekariyê. Çaxê pevçûnê û lêdana du mensûban bi kameraya wesayîta polêsan a bi navê "kobra"yê ve hat kişandin.
Di dîmenê de tê xuyan du terorîstên ku amadekariya êrîşa li dijî polêsan dikin di encama guleberdanê de dimirin.
Di qewimîna bûyerê de polêsekî endamê hêza taybet ji milê xwe birîndar bibû û di wesayîtê de jî xesar pêk hatibû.