Polîtîka

Cîgirserokê TBMMyê Sirri Sureyya Onder hat definkirin

Gökçe Karaköse, Koray Taşdemir  | 04.05.2025 - Rojanekırın : 06.05.2025
Cîgirserokê TBMMyê Sirri Sureyya Onder hat definkirin

Istanbul

Cîgirserokê TBMMyê û Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder ê ku li nexweşxaneya lê dihat dermankirin wefat kir, hat definkirin.

Cinazeyê Onder piştî merasima ku li Navenda Çandê ya Ataturkê (AKM) hat lidarxistin anîn Mizgefta Barbaros Hayrettîn Paşa ya li Leventê.

Dayika wî Zelîha Onder, birayê wî Alî Onder, qîza wî Ceren Onder Kandemir, malbat û eqrebayên Onder sersaxiyan qebûl kirin.

Çiqilekê zeytûnê yê ku sembola aştiyê ye li ber tabuta Onder a ku bi alaya Tirkiyê lê hatiye pêçandin, hat danîn.

Dema esrê li mizgeftê merasima cinazeyê hat lidarxistin.

TBMM Başkanvekili Önder, son yolculuğuna uğurlanıyor

Piştî dia hatin kirin û ji bo wî helalî hat xwestin, nivîskar Îhsan Eliaçik nimêja cinazeyê ya Onder da kirin.

Serokê TBMMyê Numan Kurtulmuş, Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel, Cigirserokê TBMMyê û Parlamenterê MHPyê yê Stenbolê Celal Adan, Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin, Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari, serokên partiyên siyasî, gelek hunermendên ku di nav wan da Îbrahîm Tatlises û Yilmaz Erdogan jî hene, beşdarî merasimê bûn.

Cinazeyê Onder piştî nimêja cinazeyê birin Goristana Zîncîrlîkuyuyê û hat definkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın