14 Adar 2017•Rojanekirin: 15 Adar 2017
CENEVRE
Federasyona Tirkan a Swîsreyê bertek nîşanî banga rojnameya Blîckê ya Swîsreyê ya ku bi tirkî û almanî dibêje di referanduma guherîna qanûna bingehîn a 16ê nîsanê da "Raya nayê bidin" da.
Di daxuyaniya federasyonê ya nivîskî da bertek nîşanî weşana rojnameya Blîckê ya li ser referandumê dan.
Di daxuyaniya ku xîtabî "Midûrê Weşana Gişkî" ya rojnameya Blîckê dike da wiha hat gotin: "Em tirkên ku li Swîsreyê dijîn ji Swîsreyê zehf hez dikin, ji aliyê aborî û çandî va hetanî ku ji destê me tê tevkariyê didinê. Ji ber ku referandum û hilbijartinên li Swîsreyê bi tenê Swîsreyê eleqedar dikin, em tirkên li vê derê midaxeleyî vê nakin. Ya rastî karê navxweyî yê Swîsreyê ye."