Berdevkê Wezareta Karên derve Keçelî êrîşa dijî Koalîsyona Fîloya Azadiyê şermezar kir
"Em êrîşa dijî keştiyeke sivîl (Koalîsyona Fîloya Azadiyê) ya ku di avên navneteweyî da ewlehiya seyrûseferê û behrê tehdîd dike bi tunî şermezar dikin"

Istanbul
Berdevkê Wezareta Karên Derva Oncu Keçelî êrîşa ku li peravên Maltayê dijî keştiya Koalîsyona Fîliya Azadiyê (Freedom Flotilla Coaliton-FFC)ya ku bi armanca alîkariya însanî bigihîne Xezeyê derket rê, hat kirin bi tundî şermezar kir.
Berdevk Keçelî ji ser hesabê xwe yê Xê der barê êrîşa dijî keştiya Koalîsyona Fîloya Azadiyê ta ku li peravên Maltayê avên navneteweyî da diçû, hat kirin peyam parve kir.
Keçelî da zanîn ku dijî keştiya bi navê "Conscience" a ku ya Koalîsyona Fîloya Azadiyê ye û welatiyên Tirk jî di nav da ne dema ku li avên navneteweyî yên li peravên Maltayê diçû rastî êrîşê hat.
Keçelî ragihand ku rewşa tenduristiya muretebat û rêwiyên di keştiyê da baş e û got ku "Ji bo ku welatiyên me neqlî cihekî ewledar bibin bi meqamên Mlatayê ra di nav hevkariyê da xebat tên kirin. Em êrîşa dijî keştiyeke sivîl (Koalîsyona Fîloya Azadiyê) ya ku di avên navneteweyî da ewlehiya seyrûseferê û behrê tehdîd dike bi tunî şermezar dikin."
Keçelî diyar kir ku îdiayên dibêjin ku keştî ji hêla wesayîtên asîmanî yên bêmirov ên Îsraîlê va hedef hatiye girtin, hene û peyama "Ji bo ku demildest hûrgiliyên êrîşê derkeve holê û kiryar li ber edaletê hesabê bidin hemû teşebûs dê bên kirin."