Polîtîka

Berdevkê Karûbarên Derva Oncu Keçelî: "Tirkiye peşhatên li Kerkûkê ji nêz va û bi hesasiyet dişopîne"

Damla Delialioğlu  | 04.07.2025 - Rojanekırın : 05.07.2025
Berdevkê Karûbarên Derva Oncu Keçelî: "Tirkiye peşhatên li Kerkûkê ji nêz va û bi hesasiyet dişopîne"

Ankara

 Berdevkê Wezerata Karûbarên Derva Oncu Keçelî ragihand ku Tirkiye peşhatên li Kerkûka bajarê Iraqê ji nêz va û bi hesasiyet dişopîne.

Berdevk Keçelî derbarê pêşhatên li Kerkûkê li ser hesabê xwe yê Xê parvekirinek kir.

Keçelî tekezî li wêyekê kir ku temsîlbûna Turkmenên hevnijadên wan di nava siyaset û pêkhateya dewletê ya Iraqê da "hêviya sereke" ya Tirkiyeyê ye û got, "Ev mijar bi taybet li Kerkûkê di warê erkdan û tayinkirinên di Meclisa Parêzgehê û hemî saziyan da gelekî giring e."

Keçelî bal kişand ser wê yekê ku tayinkirina rêveberekî ne Tirkmen li bajarokê Pirdê yê Kerkûkê di çavê civaka Turkmen da bû sedema hêvî şikestin û nerehtiyê û got, "Aştî û aramiya Kerkûkê ku bi pirrengiya xwe ya etnîkî û olî modelek piçûk a Iraqê ye, ji bo aştî û aramiya hemû Iraqê giring e."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın