Polîtîka

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik: Serê sibeha şemiyê Birêz Serokomarê me wê axaftineke dîrokî bike

Fatih Gökbulut, Hüseyin Cem Dağıstanlı  | 10.07.2025 - Rojanekırın : 11.07.2025
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik: Serê sibeha şemiyê Birêz Serokomarê me wê axaftineke dîrokî bike

Ankara

 Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Berdevkê Partiyê Omer Çelik ragihand ku Serokomar Recep Tayyip Erdogan serê sibeha şemiyê wê axaftineke dîrokî bike, hemî welatî vexwendin ku vê axaftinê guhdarî bikin.

Çelik, di weşana zindî ya NTVyê da pirsên derbarê rojevê da bersivandin û daxuyanî da.

Çelik, li ser pirsa "Gelo pêvajoya Tirkiyeya Bêteror di nav gel da çawa hat nirxandin?" got: "Ji bo Birêz Serokomarê pêbaweriyeke mezin heye. Ji bo Birêz Devlet Bahçeli pêbaweriyeke mezin heye. Jixwe qeneet tam e tê zanîn ku Birêz Serokomarê me, Birêz Devlet Bahçelî li dijî dewlet û milet tevnagerin."

Çelik got ku hin pêkhate û rêxistinên îstixbaratê ji bo pêşî li pêvajoya Tirkiyeya Bêteror bigirin hewl didin û ev hewlên wan wê dewam bikin û wiha dewam kir:

"Li dijî vana saziyên me xebatan birêva dibin, têdikoşin. Hin peywendî wê qut bibin, emê ji nû va sazbikin. Lêbelê ya girîng ew e ku ji bo dewlet û miletê me ya rast çibe emê ji bo wê bi biryardarî bixebitin. Yanî ya giring encam e û em ji bo vê jî rêyên rast bi kar tînin. Ji bo encamê em serî nadin rêyên nemeşrû. Bila welatiyên me misterih bin, her tişt li ber çavên miletê me tê birêvebirin. Daxuyaniyên Birêz Serokomarê me îro jî pir giring in. Dîsa hûn dizanin em roja înê dikevin kampê. Roja şemî û yekşemê kampa me heye. Roja şemiyê serê sibê Birêz Serokomarê me wê axaftineke dîrokî bike. Ez bangî hemî welatiyên me dikim wan vedixwînim ku roja şemiyê vê axaftina Birêz Serokomarê me guhdarî bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.