Polîtîka

Berdevkê AK Partiyê Çelîk: (Karîkatura kovara Lemanê) Li gorî me ev rasterast dijmintiya Îslamê ye

Zafer Fatih Beyaz  | 01.07.2025 - Rojanekırın : 02.07.2025
Berdevkê AK Partiyê Çelîk: (Karîkatura kovara Lemanê) Li gorî me ev rasterast dijmintiya Îslamê ye

Ankara

Alîkarê Serokê Giştî û Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk li ser xêzkirina karîkaturê ya Hezretî Muhemmed û weşandina wê ya di kovara Lemanê da wiha got, "Li gorî me ev rasterast dijmintiya Îslamê ye, dijmintiya Hz. Mûsa ye, bêrêziya Pêxemberê me ye û sûcekî nefretê ye."

Li navenda giştî ya AK Partiyê bi serokatiya Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan civîna îstişare û nirxandinê ya parlamenteran hat lidarxistin û Çelîk piştî civînê daxuyanî da mensûbên çapemeniyê.

Çelîk der barê xêzkirin û weşandina karîkaturê da wiha got: "Em di serî da vê lenet dikin. Di vê mijarê da hesasiyeta welatiyên me jî heye û miletê me ji ber eşq û sewdaya Pêxemberê me bertek nîşan da. Li gorî me ev rasterast dijmintiya Îslamê ye, dijmintiya Hz. Mûsa ye, bêrêziya Pêxemberê me ye û sûcekî nefretê ye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.