Berdevkê AK Partiyê Çelîk der barê êrîşa alîgirên YPG/HSDya rêxistina terorê ya dijî alaya Tirkan da daxuyanî da
"Bi awayekî herî net û hêzdar dê bersiva êrîşa namerd a alîgirên HSDya rêxistina terorê li xeta Nisêbîn-Qamişloyê dijî alaya me ya navdar kirin bê dayîn"
Ankara
Alîkarê Serokê Giştî û Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk got ku "Bi awayekî herî net û hêzdar dê bersiva êrîşa namerd a alîgirên HSDya rêxistina terorê li xeta Nisêbîn-Qamişloyê dijî alaya me ya navdar kirin bê dayîn."
Çelîk di daxuyaniya xwe ya ji ser hesabê xwe yê NSosyalê da ev gotin:
"Em êrîşa namerdane ya dijî alaya me ya bi nav û deng lenet dikin. Bi awayekî herî net û hêzdar dê bersiva êrîşa namerd a alîgirên HSDya rêxistina terorê li xeta Nisêbîn-Qamişloyê dijî alaya me ya navdar kirin bê dayîn. Alaya me sembola hemû nirxên me ye. Yên ku êrîşî nirxên me dikin teqez dê bedêla wê bidin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
