Berdevkê AK Partiyê Çelîk bertek nîşanî Netanyahu da
"Gotinên Netanyahuyê serokê şebekeya komkujiyê yên ku Serokomarê me hedef digirin di hikmê tune da ne"

Ankara
Alîkarê Serokê Giştî û Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk bertek nîşanî gotinên Binyamîn Netanyahuyê Serokwezîrê Îsraîlê yên der heqê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan da û got ku "Gotinên Netanyahuyê serokê şebekeya komkujiyê yên ku Serokomarê me hedef digirin di hikmê tune da ne. Hezeyanên Netanyahu yên wekî ku Qudsa nirxa hevpar a mirovahiyê wekî malê xwe dibîne dijminahiya bo hemû nirxên mirovahiyê ye."
Çelîk di parvekirina xwe ya ji ser hesabê NSosyalê da ev gotin:
"Gotinên Netanyahuyê serokê şebekeya komkujiyê yên ku Serokomarê me hedef digirin di hikmê tune da ne. Hezeyanên Netanyahu yên wekî ku Qudsa nirxa hevpar a mirovahiyê wekî malê xwe dibîne dijminahiya bo hemû nirxên mirovahiyê ye. Ev gotin sûceke nû ya komkujiya fanatîzma dijminê mirovahiyê ya dijî mirovan û nirxan e. Mirovahî di bin tehdîda vê şebekeyê da ye. Bersiva ku divê bidin van divê bersiva îtifaqa mirovahiyê be."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.