Polîtîka

Barrackê Balyozê Amerîkayê yê li Enqereyê, Anitkabîr ziyaret kir

Sümeyye Dilara Dinçer  | 03.06.2025 - Rojanekırın : 04.06.2025
Barrackê Balyozê Amerîkayê yê li Enqereyê, Anitkabîr ziyaret kir

Ankara

Tom Barrackê Balyozê Amerîkayê yê li Enqereyê û Nûnerê Taybet ê bo Sûriyeyê, Anitkabîr ziyaret kir.

Barrackê di 14ê Gulanê da nameya pêbaweriyê pêşkêşî Serokomar Recep Tayyip Erdogan kir, bi minasebeta destpêkirina peywirê xwe, Anitkabîr ziyaret kir.

Barrack çeleng danî ser mozoleya Rêberê Mezin Mustafa Kemal Ataturk, rêza xwe nîşan da û dû ra jî wêneya xatirayê da kişandin.

Balyoz Barrack dû ra derbasî Kûleya Mîsaqa Millî bû û Deftera Taybet a Anitkabîrê îmze kir.

Barrack di defterê da wiha nivîsî:

"Bi sedan salan xeyalên gelek mirovên mezin ji vîzyonê wêdatir neçûye. Lêbelê qederê ji me ra hûn anîn û xeyalekî ku welatekî girs pêkva hembêz dike, pêk anî. Kurekî komara we yê li welatekî din, Balyoz Tom Barrack."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın