Polîtîka

Balyoza Amerîkayê ya li NYyê Linda Thomas Greenfield dê Tirkiyeyê ziyaret bike

Betül Yürük  | 01.06.2022 - Rojanekırın : 03.06.2022
Balyoza Amerîkayê ya li NYyê Linda Thomas Greenfield dê Tirkiyeyê ziyaret bike

New York

 Balyoza Amerîkayê ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) Linda Thomas Greenfield dê Tirkiyeyê ziyaret bike.

Di daxuyaniya Nûnertiya Mayînde ya Amerîkayê ya li NYyê da hat diyarkirin, Thomas Greenfield dê "di rojên pêş me da" biçe Tirkiyeyê û dê sînorê Sûriyeyê ziyaret bike, lêbelê dîroka ziyaretê nehat eşkerekirin.

Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên dîplomatîk hat wergirtin jî Thomas Greenfield dê di 1-2yê Hezîranê da biçe Tirkiyeyê.

Li gorî daxuyaniya Nûnertiya Mayînde ya Amerîkayê ya li NYyê, Thomas Greenfield dê li ser sînorê Sûriyeyê der heqê pêwîstiyên însanî yên Sûriyeyiyan da ji NYyê û her wiha ji saziyên din ên alîkariyê brîfîngê bistîne.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Thomas Greenfieldê dê digel penaberên Sûriyeyî yê li Tirkiyeyê were cem hev û her wisa dê digel peywirdarên payebilind ên Tirk jî bicive û dê li ser rola Tirkiyeyê ya hêsankirina alîkariyên ji bo dervayî sînor û parastina bi milyonan penaberên Sûriyeyî raweste."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.