Balyozê Enqereyê yê Amerîkayê Tom Barrack: "Li gorî min em ê di demeke nêz da li Xezeyê pêkhatina agirbestekê bibînin"

Izmir
SUMEYYE DILARA DÎNÇER - Balyozê Enqereyê û Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Amerîkayê Tom Barrack got, "Li gorî min em ê di demeke nêz da li Xezeyê pêkhatina agirbestekê bibînin."
Barrack Sûka Kemeraltiyê ya dîrokî ya Îzmirê ziyaret kir û der barê têkiliyên Amerîka-Tirkiye û geşedanên dawîn ên li Rojhilata Navîn da daxuyanî da nûçegihana AAyê.
Barrack daxuyand, ew li bendê ye ku di demeke nêz da li Xezeyê agirbestek çêbe, ji bo çareserkirina pirsgirêkê her kesî mil daye hev.
Barrack wiha axivî:
"Ez wisa bawer dikim ku ev pirsgirêk çareser bibe. Li gorî min em ê di demeke nêz da li Xezeyê pêkhatina agirbestekê bibînin. Piştî pêkhatina agirbestê pêvajo wê hêdî hêdî bimeşe, pêşiyê bi Îsraîlê lihevkirni wê çêbe ku pevçûn dernekeve."
- Peymana Sûriye-Îsraîlê
Barrack li ser pirsa ku di navbera Sûriye û Îsraîlê da peymanek tê payîn yan na jî wiha got, "Erê, ez hêvîdar im. Divê li ser peymanekê hev bikin."
Barrack diyar kir ku Serokomarê Sûriyeyê Ahmed Şara eşkere got ku rikê wî ji Îsraîlê nayê, li dijî Îsraîlê kîneke wî ya dînî tuneye, ew li ser sînor aştiyê dixwaze û wiha dewam kir:
"Ez dizanim ku Îsraîl jî heman tiştî dixwaze. Îhtimaleke mezin heye ku li ser mijarên piçûk ên wekî ewlehiya sînoran em ê bibînin ku diyalogê li pişt deriyan dest pê kiriye. Ev piştî wextan wê veguhere diyalogeke li ser şernekirinê û wê di encamê da peyê bersiva vê pirsê bikevin: Em li ser sînor îstiqrarê çawa pêk bînin?"
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.