"Bajarekî ku qîmetê nede însanan bajarekî teknolojîk nîne"
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Bajarekî ku şexsiyeta wê tunebe, qîmetê nede însanan û li çar aliyên wê zanist, îrfan û ocaxên hunerê tunebin bajarekî teknolojîk nîne"

Ankara
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Bajarekî ku şexsiyeta wê tunebe, qîmetê nede însanan û li çar aliyên wê zanist, îrfan û ocaxên hunerê tunebin bajarekî teknolojîk nîne."
Erdogan li ATO Congresîumê di Kongre û Pêşangeha Şaredarî û Bajarên Teknolojîk da axivî.
Serokomar Erdogan got bajarekî ku kal û pîr, jin, zarok û astengdar bi rehetî lê negerin û 24 saet lê hizûr tunebe teknolojîk be çi ye teknolojîk nebe çi ye û wiha dewam kir: "Bajarekî ku şexsiyeta wê tunebe, qîmetê nede însanan û li çar aliyên wê zanist, îrfan û ocaxên hunerê tunebin bajarekî teknolojîk nîne."
Erdogan destnîşan kir ji bona Projeya 100 Hezar Avahiyên Civakî milyonek û 92 hezar û 741 serlêdan hatine kirin.
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da got ku li welatê me hemû xebatên teknolojîk yên bi destê şaredarî, saziyên din û sektora taybet tên kirin zehf girîng e ku li hev bikin û wiha dewam kir: "Heger wisa nebe Tirkiye wê bibe sergoyeke teknolojîk."
Erdogan destnîşan kir wê destûrê nedin ku dîsa vegerin heyama bêhesab, bêkitêb, bêbername û bêpîlan ku li gor dilên xwe kar dihatin kirin û wiha axivî: "Dinya guheriye, herêma me guheriye, Tirkiye guheriye, bajar guherîne, standardên me yên demokratîk û ekonomîk guherîne, pergala me ya birêvabirinê guheriye, lêbelê hin hiş hê jî di 20 sal berê da mane, heta di 70 sal berê da mane."
Serokomar Erdogan diyar kir di sepandinên bajarên teknolojîk da wê bi tenê bi helkirina pêwistiyên xwe nesekinin û di heman demê da di bazara dinyayê da wek îxracatkar cih bigirin.
Erdogan der barê bajarên teknolojîk da got ku ji bo di vê qada mezinahiya bazara wê tê hesabkirin ku ew ê derkeve 800 milyar dolarî da bibin lîstikvanekî girîng çi lazim dike em ê bikin û em biryardar in.
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da balê kişand ser Otomobîla Tirkiyeyê û wiha axivî: "Em dibînin ku li hember projeya otomobîla Tirkiyeyê ku divê pê serfiraz bin hin kes ketina pêşbaziyê ku qulpek pê va deynin. Kesên li hember derdikevin dikarin di dewsa wê da pêşniyazeke kêrhatî û mezintir bikin, na, nikarin. Tenê dibêjin em naxwazin."