Polîtîka

Alîkarê Serokomar Cevdet Yilmaz: "Armanca me ew e ku di dawiya bernameya demnavîn da enflasyon dakeve yek reqemî"

Ekip  | 08.09.2025 - Rojanekırın : 09.09.2025
Alîkarê Serokomar Cevdet Yilmaz: "Armanca me ew e ku di dawiya bernameya demnavîn da enflasyon dakeve yek reqemî"

Ankara

Alîkarê Serokomar Cevdet Yilmaz: "Bi polîtîkayên ku tên şopandin û destkeftiyên ku wê bên bidestxistin va aboriya Tirkiyeyê wê di dawiya heyama bernameyê da (OVP) bigîhîje rewşeke xurttir."

Alîkarê Serokomar Yilmaz li Kuliyeya Serokomariyê di Lansmana Bernameya Demnavîn a 2026-2028an da axivî.

Yilmaz anî ziman ku bernameya aboriyê ya bi îradeya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hat destpêkirin bi serkeftî tê meşandin û wiha axivî: "Bernameya me ya aboriyê ya ku me bi îradeya siyasî ya xurt a Serokomarê me pêşkêş kir, bi serkeftî tê bicîanîn û em encamên wê yên berbiçav bi hev ra dibînin."

Yilmaz der barê Bernameya Demnavîn a 2026-2028an da wiha got: "Armanca me ew e ku di dawiya bernameyê da enflasyon bigîhîje yek reqemî. Bi polîtîkayên ku tên şopandin û destkeftiyên ku wê bên bidestxistin va aboriya Tirkiyeyê wê di dawiya heyama bernameyê da bigîhîje rewşeke xurttir."

Der barê rêjeya kêmasiya hesabê carî da jî Yilmaz wiha axivî: "Tê hêvîkirin ku rêjeya kêmasiya hesabê carî ya li hemberî dahata neteweyî di 2026 û 2027an da dakeve asta ji sedî 1,3 û 1,2yan û ji sala 2028an pê va jî dakeve ji sedî 1î."

Yilmaz wiha dewam kir: "Rêjeya kêmasiya budceyê ya li hemberî dahata neteweyî tê pêşbînîkirin di 2025an da bibe ji sedî 3,6, di 2026an da ji sedî 3,5 û di dawiya vê heyamê da jî ji sedî 3 kêmtir bibe. Heta dawiya sala 2028an em ê sazûmaniyeke aboriyê ya ku aramiya makroaboriyê ya mayînde misoger dike û mezinbûna domdar saz dike, ava bikin."

Yilmaz destnîşan kir ku cara yekem dahata neteweyî wê nêzîkî 1.9 trîlyon dolarî bibe û wiha axivî: "Cara yekem dahata me ya neteweyî wê nêzîkî 1.9 trîlyon dolarî bibe û dahata serê mirovî jî wê bigihîje 21 hezar dolarî. Dahata me ya turîzmê wê bigihîje 75 milyar dolarî, bêkarî wê dakeve binê ji sedî 8an û îstiqrara bihayan jî wê bi enflasyona yek reqemî va bi awayekî mayînde pêk were."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.