Polîtîka

Serokomar Erdogan li Çînê hevdîtinên xwe yên dualî didomîne

Serokomar Erdogan bi Serokomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev, Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan û Say Çiyê Sekreterê Yekem ê Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Çînê ra hat cem hev.

Mümin Altaş  | 01.09.2025 - Rojanekırın : 01.09.2025
 Serokomar Erdogan li Çînê hevdîtinên xwe yên dualî didomîne

Ankara

Serokomar Recep Tayyip Erdogan bi Serokomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev ra hat cem hev.

Serokomar Erdogan li bajarê Tîencînê yê Çînê ku ji bo Zîrweya 25emîn a Konseya Serokên Dewletên Rêxistina Hevkariya Şanghayê (RHŞ) lê ye, hevdîtinên xwe yên di çarçoveya zîrweyê da didomîne.

Erdogan li otêla ku lê dimîne bi Serokomarê Azerbeycanê Aliyev ra hat cem hev.

Wezîrê Karên Derva Hakan Fidan û Wezîrê Karên Derva yê Azerbeycanê Ceyhun Bayramov jî di hevdîtinê da cih girtin.

-Ji Serokatiya Ragihandinê der heqê hevdîtina Serokomar Erdogan a digel Aliyev da daxuyanî

 Serokomar Recep Tayyip Erdogan di hevdîtina xwe ya digel Serokomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev da kêfxweşiya xwe ya ji ber dewamkirina pêvajoya aştiya Ermenistan-Azerbeycanê anî ziman û diyar kir ku Tirkiye li herêmê piştgiriyê dide aştî, îstiqrar û pêşketinê.

Ji Serokatiya Ragihandina Serokomariyê der heqê hevdîtina Serokomar Erdogan a digel Serokomarê Azerbeycanê Aliyev a li Komara Gelê Çînê ya di çarçoveya Zîrweya 25emîn a Konseya Serokên Dewletên Rêxistina Hevkariya Şanghayê (RHŞ) da daxuyanî hat dayîn.

Li gorî vê di hevdîtinê da têkiliyên dualî yên Tirkiye û Azerbeycanê û her wiha mijarên kurewî û herêmî hatin gotûbêjkirin.

Serokomar Erdogan diyar kir ku Tirkiye û Azerbeycan, vejen û veguhestin di serî da dê hevkariya xwe ya di gelek waran da bidomînin.

Her wiha Serokomar Erdogan di hevdîtinê da kêfxweşiya xwe ya ji ber dewamkirina pêvajoya aştiya Ermenistan-Azerbeycanê anî ziman û diyar kir ku Tirkiye dê piştevaniya xwe bidomîne.

- Serokomar Erdogan, Serokwezîrê Ermenistanê Paşînyan qebûl kir

Serokomar Recep Tayyip Erdogan, Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan qebûl kir.

Serokomar Erdogan li bajarê Tîencînê yê Çînê ku ji bo Zîrweya 25emîn a Konseya Serokên Dewletên Rêxistina Hevkariya Şanghayê (RHŞ) lê ye, hevdîtinên xwe yên di çarçoveya zîrweyê da didomîne.

- Erdogan li otêla ku lê dimîne, Serokwezîrê Ermenistanê Paşînyan qebûl kir.

Wezîrê Karên Derva Hakan Fidan û Wezîrê Karên Derva yê Ermenistanê Ararat Mîrzoyan jî di hevdîtinê da cih girtin.

- Ji Serokatiya Ragihandinê der heqê hevdîtina Serokomar Erdogan a digel Paşînyan da daxuyanî

Serokomar Recep Tayyip Erdogan di hevdîtina xwe ya digel Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan da kêfxweşiya xwe ya ji ber dewamkirina pêvajoya aştiya Ermenistan-Azerbeycanê anî ziman û diyar kir ku Tirkiye li herêmê piştgiriyê dide aştî, îstiqrar û pêşketinê.

Ji Serokatiya Ragihandina Serokomariyê der heqê hevdîtina Serokomar Erdogan a digel Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan a li Komara Gelê Çînê ya di çarçoveya Zîrweya 25emîn a Konseya Serokên Dewletên Rêxistina Hevkariya Şanghayê (RHŞ) da daxuyanî hat dayîn.

Li gorî vê, di qebûlê da di çarçoveya gavên ji bo aştiyê û îstiqrara mayînde li Kafkasyaya Başûr da peywendiyên Tirkiye-Ermenistanê hatin gotûbêjkirin.

Serokomar Erdogan her wiha di di qebûlê da kêfxweşiya xwe ya ji ber dewamkirina pêvajoya aştiya Ermenistan-Azerbeycanê anî ziman û got ku Tirkiye li herêmê piştgiriyê dide aştî, îstiqrar û pêşketinê.

Erdogan her wiha diyar kir ku gavên ji bo zêdekirina hevkariya Tirkiye-Ermenistanê jî tên nirxandin.

- Serokomar Erdogan bi Sayê Sekreterê Yekem ê Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Çînê ra hevdîtin kir

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Say Çiyê Sekreterê Yekem ê Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Çînê ra hat cem hev.

Serokomar Erdogan li bajarê Tîencînê yê Çînê ku ji bo Zîrweya 25emîn a Konseya Serokên Dewletên Rêxistina Hevkariya Şanghayê (RHŞ) lê ye, hevdîtinên xwe yên di çarçoveya zîrweyê da didomîne.

Serokomar Erdogan li Mêvanxaneya Tîencînê bi Sayê Sekreterê Yekem ê Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Çînê ra hevdîtin kir.

Erdogan di hevdîtinê da diyar kir ku ew bi heyeteke berfireh va li Tîencînê ne.

Serokomar Erdogan hevdîtina xwe ya duh a bi Şî Cînpîngê Serokê Dewleta Çînê ra da bibîrxistin û wiha got:

"Me di hevdîtina xwe ya duh da ji Brêz Şiyê Serokê Dewletê ra biryardariya xwe ya xurtkirina hevkariyên di hemû qadan da destnîşan kir. Em dixwazin hevkariya xwe (ya bi Çînê ra) li platformên wekî Neteweyên Yekbûyî, G20 û BRICSê jî xurt bikin. Em li bendê ne ku piştgiriya we ya ji bo pêşxistina peywendiyên me yên bi Teşkîlata Hevkariya Şanghayê ra bidome. Em dixwazin hecma bazirganiya me ya ku nêzîkî 50 milyar dolarî bûye, bi awayekî hevseng û domdarane zêdetir bikin."

Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Alparslan Bayraktar, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Mehmet Şîmşek, Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler, Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mehmet Fatîh Kacir, Wezîrê Bazirganiyê Omer Bolat û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin jî di hevdîtinê da cih girtin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.