Özkan Bilgin
20 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 26 Rêbendan 2023
Li mezreya Dorukluya ser Taxa Daldereyê ku girêdayî Gewaşa navçeya Wanê Zîlan Patira 6 salî ya li dibistanê bi tenê ye karnameya xwe hilda.
Mamoste Cîhat Yakutê ku 5 sal e li mezreya Dorukluyê wezîfedar e 4 xwendekarên xwe mezûn kiribûn û li niha li mezreya Kardeşlerê kar dike lê ew dawiya hefteyê ji bo xwendekara xwe Zîlanê dihat mezreya Dorukluyê û ew ji perwerdehiyê mehrûm nedihişt.

Piştî ku mijar di rojevê da belav bû Wezareta Perwerdehiya Neteweyî dibistana li Dorukluyê da vekirin û ji bo Zîlanê jî wek mamosteyê bi peretî Salih Terîm tayîn kir.
Zîlan bi saya vê gavê diçe dibistanê û di demek kurt da hînî xwendin û nivîsandinê bû.
Ew ji dibistan, mamoste û dersên xwe gelek hez dike û wê karnameya xwe ya ewil jî ji destê du mamosteyên xwe hilda.
Patirê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew gelek kêfxweş e û herdu mamosteyên wê jî îro ew bi tenê nehiştine û ji herkesên piştgirî danê û bo wê dibistan vekirin ra spas kir.