Perwerdehî

Xwendekaran gundê Nehrî ziyaret kir

Di çarçoveya "Projeya Piştgiriya Dibistanê" ya ku Wezareta Malbat, Xebat û Civakî wek alîkariya civakî ya dewletê dide da 140 xwendekar li navçeya Şemdînliyê cihên dîrokî geriyan.

İbrahim Atmaca  | 10.11.2019 - Rojanekırın : 12.11.2019
Xwendekaran gundê Nehrî ziyaret kir

Hakkari

Xwendekar ji navenda Hekariyê û ji navçeya Şemdînliyê çûn gundê Nehrî (Bağlar) û Qesra Kaymeyê ya dîrokî, pira kevir û tirbeyên Seyîd Taha û Seyîd Ebdullahê Nehrî ziyaret kirin.

Alîkarê Midûrê Bajêr yê Xizmetên Malbat, Xebat û Civakî Riza Şahîn daxuyanî da rojnamegeran û got ku wezaretê li 81 bajêran proje daye destpêkirin û di çarçoveya vê projeyê da wan seba 140 xwendekarên pola 5,6,7 û 8emîn ên li navenda Hekariyê û Şemdînliyê bernameya geşt û gerê çêkir.

Şahîn diyar kir ku xwendekaran li gundê Nehrî cihên dîrokî ziyaret kirin û wiha dewam kir, "Ji bo ku xwendekar çanda xwe û hevdu nas bikin, me ew anîn vê derê."

Serokê Komeleya Baweî û Turîzmê ya Nehrî Azat Çîftçî jî got ku ji her derê Tirkiyeyê meriv tên û gundê Nehrî ziyaret dikin, ew ji hatina xwendekaran kêfxweş bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.