05 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2017
ANKARA
Li Lîseya Taybet a Anadoluyê ya Pîşe û Teknîkê ya Enqereyê xwendekar bona pêdiviyên xwe yên madî kêngî bixwazin dikarin ji "sandoqa dibistanê" ku tê da 6 hezar û 500 lire heye, pere bistînin.
Li Lîseya Taybet a Anadoluyê ya Pîşe û Teknîkê ya Enqereyê herwiha 5 sal berê biryara rakirina zengila dersê hat standin ku xwendekar bikaribin zeman kontrol bikin û bibin xwedan berpirsiyarî.
Digel vê dîsa li dibistanê bêyî firoşkar simît tê firotan. Dîsa li dibistanê bi saya "sandoqa dibistanê" xwendekar fêrî kontrolkirin û rêveberina demê dibin.
Midûrê Lîseya Taybet a Anadoluyê ya Pîşe û Teknîkê ya Enqereyê Mustafa Daşçi qala fealiyetên li dibistana wan ên bona xwendekaran ên ku di çarçoveya projeya "Kesayetiya Pêşxistî" da tên lidarxistin, kir.
Daşçi got ku li dibistana wan 5 sal e sepana lêdana zengila dersê tuneye û wiha xeberda, "Bi vê sepanê va xwendekar fêrî rêveberina demê dibin. Di têketin û derketina dersan da em têkilî zarokan nabin, lê em qebûl nakin ku xwendekar piştî mamosteyan bikevin hundir."
Herwiha Daşçi diyar kir ku wan sepaneke din jî kir rewacê û bi vî awayî xwendekar bona pêdiviyên xwe yên madî kêngî bixwazin dikarin ji "sandoqa dibistanê" ku tê da 6 hezar û 500 lire heye, pere bistînin.