Komxebat dê lb mazûvaniya Anadolu Agencyê li Salona Midûriyeta Giştî ya AAyê bê lidarxistin û Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç jî wek mêvanê qedirbilind dê beşdarî civînê bibe.
Xwediyê Weşanxaneya Nûbiharê û Kovara Nûbiharê Suleyman Çevîk daxuyand ku lidarxistina komxebateke wiha ji bo zimanê kurdî pir girîng e û wiha axivî:
“Em bi salan e Kovara Nûbiharê derdixin. Her çiqas em nûçeyên rojane neweşînin jî, ji aliyekî ve em jî di nav çapemeniya kurdî de cih digrin. Di hemû civakan de hewcedariya nûçegihaniyê heye û ev tiştekî girîng e jî. Lewra mirovan ji bûyeran haydar dike. Ji bo kurdan jî bi zimanê xwe ve nûçegihanî û ji bûyeran haydarbûn pêwîst e. Axaftina pirsgirêkên nûçegihaniyê û çareserkirina van pir girîng e. Ji ber ku ev komxebat dê vê mijaran biaxive tiştekî baş e.”
Çevîk destnîşan kir ku zimanê nûçeyan, nûçe nivîsandin, bikaranîna peyvên teknîkî û zanistî di nûçegihaniya kurdî de girîng e û wiha pê de çû:
“Karê Ajansa Anadoluyê nûçegihanî ye. Zanîngeh jî ji hela zimên ve pêş ve çûne. Ji ber vê bi hev re lidarxistina vê komxebatê, axaftina pirsgirêkan û çareseriya wan bi ya min dê encamên baş derxe holê. Ez wisa bawer dikim û hêvî dikim. Xebatên bi vî rengî, bikaranîna peyvên teknîkî û zanistî yên di nûçeyan de 10 an jî 15 sal şûn de, belkî jî ewqas nekşîne dê di zimên de standardekê ava bike. Ez bi xwe di wê baweriyê de me û hêvî dikim ku ji vê komxebatê encamên baş dê derkevin holê.”
Xwediyê Weşanxaneya Avayê nivîskar Ronî War jî daxuyand ku hejmara van xebat û çalakiyan kêm in û ji ber vê ev çalakî pir girîng e. War wiha axivî:
“Di nûçegihaniya kurdî de herî zede pirsgirêkên zimên û wergerê hene. Nûçegihanî herî zede li ser wergerê ava bûye û pirsgirêk derdikevin. Nûçegihanî bi rastî jî dibe alîkar ku zimên xurt bibe. Di vê komxebatê de axaftin dê li ser van mijaran çêbibin, nîqaş dê çêbibin. Ji ber vê li gor min tiştekî wiha xweş e û baş e.”
Di komxebata ku wezîr, hîndekar, nîvîskar, nûnerên saziyên civakî ên sivîl, rojnamevan û gelek kesê bêşdar bibin de 'zehmetiyên weşana bi zimanên din, ji Osmaniyan heta îro çapemeniya kurdî, li derveyê Tirkiyeyê nûçegihaniya kurdî, di kurdî de ferhenga hevbeş û bikaranîna rastnivîsê, di nûçegihaniya kurdî de pirsgirêkên zimanî û rastnivîsê, rewşa çapemeniya kurdî û pirsgirêkên nûçegihaniyê û gelek mijarên din' dê bên nirxandin.