Perwerdehî

Serlêdanên tercîha LGSyê wê di 4ê tîrmehê da dest pê bike

Selma Kasap  | 30.06.2022 - Rojanekırın : 01.07.2022
Serlêdanên tercîha LGSyê wê di 4ê tîrmehê da dest pê bike

Ankara

Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) rêbera neqandin û bicihkirinê ya Pergala Derbasbûna Lîseyan a 2022yê eşkere kir.

Rêbera Neqandin û Bicihkirinê ya ji bo Hîndekariya Navîn a 2022yê ji xwendekarên nebîna jî bi "pergala xwendina dengî" jî hat amadekirin û pêşkêşkirin û li ser navnîşana înternetê ya "www.meb.gov.tr"yê hat weşandin.

Li gor rêberê xwendekar wê seba "dibistanên ku bi puanê ezmûna navendî xwendekaran hildidin", "dibistanên ku bi bicihkirina herêmî xwendekaran hildidin" û "dibistanên ku wargehên wan hene" tercîhên xwe bikin.

Di çarçoveya LGSyê da tercîhên lîseyan wê 4ê tîrmehê roja duşemê pê va heta 20ê tîrmehê saet 17.00î werin kirin.

Encamên bicihkirinê wê di 25ê tîrmehê da li ser navnîşana "http://www.meb.gov.tr"yê werin îlankirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.