Rûniştina Şiyana Giştî-Çanda Giştî ya KPSSyê dest pê kir

Ankara
Rûniştina Şiyana Giştî-Çanda Giştî ya Grûba Ayê ya Ezmûna Bijartina Personelê Qamûyê (2025-KPSS) dest pê kir.
Ji bo rûniştina Şiyana Giştî-Çanda Giştî 402 hezar û 105 kesan serlêdan kir û ezmûna ku ji hêla Navenda Pîvan, Bijartin û Bicihkirinê (OSYM) va li 81 bajarên Tirkiyeyê û 135 navendên ezmûnê yên Lefkoşayê tê kirin, di saet 10.15an da dest pê kir.
Namzed zûtirî çûn avahiyên ezmûnê û piştî kontrolkirina belgeyên têketina ezmûnê û nasnameyên wan, hildan salonan.
Piştî saet 10.00î namzed hilnedan avahiyên ezmûnê.
Di ezmûnê da ji bo 120 pirsên testa Şiyana Giştî-Çanda Giştî 130 deqîqe didin namzedan.