Perwerdehî

Rûniştina sibehê ya Testa Zanyariyên Qada Mamostetiyê bi dawî bû

Önder Beyter  | 20.09.2020 - Rojanekırın : 20.09.2020
Rûniştina sibehê ya Testa Zanyariyên Qada Mamostetiyê bi dawî bû

Ankara

 Rûniştina sibehê ya Testa Zanyariyên Qada Mamostetiyê (OABT) ya Ezmûna Hilbijartina Personelê Qamûyê (KPSS) ku ji hêla Navenda Pîvan, Hilbijartin û Bicihkirinê (OSYM) tê kirin, bi dawî bû.

Rûniştina OABTyê saet 10.15an dest pê kir.

Di çarçoveya OABTyê da ji bo testên mamostetiyên Bîrkariya Dibistana Seretayî, Zanistên Fenê, Bîrkarî, Fîzîk û Kîmyayê ji bo 75 pirsan 150 deqîqe dan namzedan.

Her wiha ji bo testên mamostetiyên Mamosteyê Rêber, Tirkî, Zanistanên Sosyalê, Ziman û Wêjeya Tirkî, Dîrok, Erdnîgarî, Biyolojî, Dîn, Perwerdeya Bedenê, Pêşdibistan, Îngilizî û Mamosteyê Polê jî 120 deqîqe mawe dan namzedan.

Di ezmûnê da li dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) tedbîr hatin wergirtin.

Piştî vê, rûniştina ezmûna qadê ya Mamostetiya Dersên Pîşeyî yên Lîseyên Îmam-Xetîbê dê saet 14.45an were kirin.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın