Perwerdehî

Qeydên ezmûna LGSyê wê otomatîk werin çêkirin

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk: "Di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê da ji bo ku kar û barên serlêdanê ji dûr va werin kirin, me binesaziya ku hewce dikir, amade kir"

İbrahim Atmaca  | 30.03.2020 - Rojanekırın : 31.03.2020
Qeydên ezmûna LGSyê wê otomatîk werin çêkirin

Ankara

 Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk daxuyand, serlêdanên ezmûna navendî ya di çarçoveya Pergala Derbasbûna Lîseyan (LGS) da ku wê di 7ê hezîranê da were kirin, wê otomatîk werin kirin.

Wezîr Selçuk li ser Twitterê der heqê ezmûna navendî a di çarçoveya LGSyê da daxuyanî da.

Selçuk wiha got, "Em ê serlêdanên LGSya 7ê hezîrana 2020î otomatîk bikin. Di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê da ji bo ku kar û barên serlêdanê ji dûr va werin kirin, me binesaziya ku hewce dikir, amade kir. Weke par em ê klavuza ezmûnê di 3yê nîsanê da biweşînin. Her tişt tê plankirin û kirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.