Piştî betlaneya nîvê salê ya duyemîn dibistan îro vebûn
Li dibistanên girêdayî Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB), nêzî 18 milyon xwendekarên dibistana seretayî, dibistana navîn û lîseyan û qasî 1,2 milyon mamoste, piştî betlaneya nîvê salê ya duyemîn a perwerde û hîndekariyê, îro dest bi dersê kirin.
Istanbul

Li Stenbolê jî li dibistanên girêdayî Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) piştî betlaneya nîvê salê ya duyemîn dibistan îro vebûn
Bi dawîbûna tetîlê ra li bajêr 2 milyon û 563 hezar û 803 xwendekar îro danê sibê çûn dibistanê.
Li Dibistana Navîn a Pendîk Orhan Sînan Hamzaogluyê xwendekar piştî ku zengila dersa ewil lê da bi kelecan derbasî polan bûn.
Heyama perwerde û hîndekariyê ya 2025-2026an a ku di 8ê Îlona 2025an da dest pê kiribû, wê di 26ê Hezîranê da biqede.