İbrahim Atmaca
25 Hezîran 2019•Rojanekirin: 26 Hezîran 2019
ANKARA (AA) - Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) di çarçoveya Pergala Derbasbûna Lîseyan (LGS) da kontenjana dibistanên ku wê xwendekaran hildin û rêjeyên par eşkere kirin.
Wezaretê tabloyên kontenjana saziyên hîndekariya navîn ên sala 2019an eşkere kirin. Ji bo rêbertiya tercîhan li gor bajaran hejmarên xwendekarên rêjeyan jî hatin parvekirin. Seba rêbertiya xwendekaran rêberên tercîhê jî hatin amadekirin.
Seba rêbertiya xwendekaran tabloyên kontenjanan û rêjeyên herî kêm û herî zêde yên bi ezmûnê di 2018an da li van dibistanan hatine bicihkirin jî hatin eşkerekirin.