2016 ж. 15 қаңтар•Rojanekirin: 2016 ж. 16 қаңтар
VAN
Ji ber berf û baranê li Îpekyolu, Edremît û Tuşbaya navçeyên Wanê ji bo rojekê xwendingeh hatin tetîlkirin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat diyarkirin ku li gor biryara Lijneya Hifzisiheya Bajêr, ji ber berf û baranê li Îpekyolu, Edremît û Tuşbaya navçeyên Wanê ji bo rojekê xwendingeh hatin tetîlkirin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku ji bo tetîlkirina xwendingehên li navçeyên din qaymeqamtiyê biryarê bidin û wiha hat gotin: "Di çarçoveya agahiyên meteorolojiyê û texmînan da tê gotin ku hewayê sar be û berfê zêde bibare, erdê bicemide, ji bo xebatkarên ku di saziyên dewletê da dixebitin yên ducanî û astengdar biryar hat dayîn ku roja înê nexebitin."
Berfa ku ji do êvarê vir da dibare xwe gihande nîv mêtroyî û xwendekarên ku şebeqê haya wan bi tetîlê ket jî ji ber deriyê xwendigehê zivirîn malên xwe.
Xebera tetîlê bi peyamê gihandin hin dê û bavên xwendekaran. Serwêsên xwendekaran di rê da tengasî kişandin, xwendekarên ku haya wan bi tetîlê tunebûn jî peyatî çûn xwendingehên xwe.
Xwendekar bi xebera tetîlê va şa bûn li hewşa xwendingehan bi berfê lîstin.