Li Wan, Bidlîs û Mûşê di serdema duyem da dibistan bi temaya "Hezkirina Alayê" vebûn
Muş
Li Wan, Bidlîs û Mûşê piştî tetîla nîvê salê di serdema duyem a sala perwerde û hîndekariyê da dibistan bi temaya "Hezkirina Alayê" vebûn.
Li tevahiya Wanê li hezar û 611 dibistanan 275 hezar û 363 xwendekarî piştî tetîla nîvê salê dest bi dersan kirin.
Piştî merasimê xwendekar derbasî polan bûn û di dersa ewil da mijara "Hezkirina Alayê" ji wan ra hat ravekirin.
- Mûş
Li Mûşê piştî tetîla nîvê salê serdema duyem a sala perwerde û hîndekariyê dest pê kir.
Ji hêla Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Parêzgehê li Dibistana Seretayî ya Yeşilceyê çalakiya bi temaya "Hezkirina Alayê" hat lidarxistin.
Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Parêzgehê Abdulkadir Altay jî beşdarî bernameyê bû û ji rojnamegeran ra diyar kir ku hêviya wî ew e ku serdema nû li hemû xwendekar û mamosteyan bibe wesîleya xêrê û wan dersa ewil ji bo mijara hezkirina alayê terxan kir.
- Bidlîs
Li Bidlîsê jî ji hêla Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Parêzgehê li Dibistana Seretayî ya Yekîtiya Ode û Borseyên Tirkiyeyê çalakiya bi temaya "Hezkirina Alayê" hat lidarxistin.
Alîkarê Walî Goksel Yuksel beşdarî çalakiyê bû, li polan geriya û ji xwendekaran ra qala giringiya alayê kir.
Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Parêzgehê Vedat Kaya jî bal kişand ku li dibistanan ji xwendekaran ra mijara hezkirina alayê hat ravekirin.
