Önder Beyter
15 Sibat 2021•Rojanekirin: 16 Sibat 2021
Di çarçoveya perwerdeya rûbirû ya bi qedeme da li Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê li gund û bajarokan zengila dersa dibistanan lê da.
Li Wanê li gundên ku statuya wan tax e û her wiha li bajarokan xwendekaran piştî navbereke dirêj dest bi perwerdeya rûbirû kir.
Xwendekarên ku zehf kêfxweş bûn da ku ew û mamoste û hevalên xwe hatin bal hev, di polên ku li gorî tedbîrên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin vekirin da dest bi dersê kirin.
Şaredarê Tuşbayê Salih Akman, dibistanên ku dest bi perwerdeya rûbirû kirin, ziyaret kir û maske, alavên qirtasiyeyê û pêlîstok li xwendekaran belav kir.
Akman diyar kir ku wekî şaredarî wan hemû dibistan dezenfekte kirin û wiha dewam kir, "Wekî Şaredariya Tuşbayê em piştgiriya xwe ya ji bo perwerdeyê didomînin. Ji ber şewbê me bi awayekî bêkêf dest bi sala hîndekarî-perwerdeyê ya 2020-2021ê kiribû. Ji ber zêdebûna pêketiyan, perwerdeya rûbirû sekinîbû. Lewma jî ev demeke dirêj e zarokên me dersên xwe bi awayekê perwerdeya jidûrva distandin. Şikir ji Xwedê ra îro li dibistanên me yên gundan perwerdeya rûbirû dîsa dest pê kir."
- Hekarî
Li Hekariyê li Dibistana Seretayî ya Gundê Bayê ji ber destpêkirina perwerdeya rûbirû, bername hat lidarxistin.

Di merasima ku tedbîrên Kovîd-19ê hatin sepandin da ji bo rêznîşandanê hat rawestandin û Sirûda Îstiqlalê hat xwendin.
Walî û Wekîlê Şaredar Îdrîs Akbiyik zengila dersa ewil lê da û xwendekar û mamoste li gorî rêgeza mesafeya civakî derbasî polan bûn.
Akbiyik li polan geriya û her wiha pirtûk û alavên qirtasiyeyê li xwendekaran belav kir û wiha got, "Hêviya min ew e ku êdî perwerde bêyî navber were kirin. Înşelah em ê di rojên pêş me da bêyî ku nexweşî hebe, dersên xwe, perwerdeya xwe bidomînin. Serdema nû ya perwerdeyê bixêr be."
Fermandarê Cendirmeyê Parêzgehê Tûxgeneral Ahmet Kavukçu, Midûrê Ewlekariya Parêzgehê Atanur Aydin û Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Parêzgehê Bilal Gur jî beşarî merasimê bûn.
- Bidlîs
Li Bidlîsê li dibistanên gundên girêdayî navendê û yên girêdayî navçeyan, xwendekarên ku dest bi perwerdeya rûbirû kirin, zehf kêfxweş bûn ku ew cardin digel mamoste û hevalên xwe hatin cem hev.

Wekîlê Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Parêzgehê Nedim Yoldaş, Dibistana Seretayî û Navînî ya Gundê Kîreçtaşiyê ku dest bi perwerdeya rûbirû kirin, ziyaret kir. Yoldaş diyar kir ku bi biryara Wezareta Perwerdeya Neteweyî hemû dibistanên gundan û pêşdibistanên serbixwe yên li navendan dest bi perwerdeya rûbirû kirin û wiha axivî:
"Li tevahiya parêzgehê me li 447 dibistanan digel 2 hezar û 83 mamosteyan û 30 hezar û 102 xwendekaran dest bi dersan kir. Tebîrên Kovîd-19ê jî tên cîbicîkirin. Serdema nû ya perwerdeyê bi xêr be."
- Mûş
Li Mûşê jî li dibistanên gundan tedbîrên Kovîd-19ê hatin cîbicîkirin û perwerdeya rûbirû dest pê kir.

Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Parêzgehê Enver Kivanç diyar kir ku li tevahiya parêzgehê li 610 dibistnan xwendekaran dest bi dersan kirin.
Kivanç bal kişand ku vebûna dibistanan, zehf kêfa mamoste û xwendekaran anî û her wiha hêvî kir ku perwerdeya rûbirû bi xêr û xweşî derbas bibe.